Ji AKP’ê li gelek navendan êrîş, zext û binpêkirina mafan
Ji bo hilbijartina Giştî ku dengdayîn didome, hîle û zextên AKP’ê didomin. Li gelek bajar û navçeyan bi rêya polîsan zextan li ser HDP’yiyan çêdikin.
Ji bo hilbijartina Giştî ku dengdayîn didome, hîle û zextên AKP’ê didomin. Li gelek bajar û navçeyan bi rêya polîsan zextan li ser HDP’yiyan çêdikin.
Ji bo hilbijartina Giştî ku dengdayîn didome, hîle û zextên AKP’ê didomin. Li gelek bajar û navçeyan bi rêya polîsan zextan li ser HDP’yiyan çêdikin.
RIHA
Li gelek navçeyên Rihayê AKP'yî êrîşî erkdarên sindoqê yên HDP'ê kirin û di êrîşan de gelek kes birîndar bûn. Li navçeya Wêranşarê keyayê Taxa Yeşîlagac jî di nav de komek AKP'yî bi dirûşmên, "Bijî DAIŞ" êrîşî erkdarên HDP'ê kir.
Li Rihayê êrîşên li hemberî muşahid, erkdarên sindoqan û erkdarên gerok berdewam dikin. Li Wêranşarê, keyayê Taxa Yeşîlagac û 100 kesên li gel wî bi dirûşmên, "Em AKP'yî ne. Hûn dikarin bikevin vê derê. Bijî DAIŞ" êrîşî erkdarên sindoqan ên HDP'ê kirin. Mahmut Sancar û Alî Uluturken ên ku di êrîşê de birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.
PARTIYA KAFIRAN NIKARE BIKEVE VÊ DERÊ
Dîsa li Taxa Yolbîlen, erkdarê sindoqê yê HDP'ê Vedat Erdemcî ji aliyê AKP'yiyan ve hate derpkirin. Hate zanîn ku AKP'yî, ji parêzerên ku çûne cihê bûyerê jî gotine "Partiya kafiran nikare bikeve vê derê." Hate ragihandin ku li Taxa Karatepe jî li hemberî muşahîdên HDP'ê hewldanên provokasyonê didomin.
Li navçeya Serêkaniyê jî, li Taxa Kevireşa Jorîn, muşahîdê HDP'ê Îsmaîl Guntekîn hate derbkirin û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Hate zanîn rewşa Guntekîn baş e. Namzeta HDP'ê ya Rihayê Leyla Guven jî da zanîn ku li Rihayê, li hemberî erkdarên partiyê wekî ku ji navendek ferman hatibe dayîn êrîş hatine kirin.
Hate zanîn li Taxa Hemam Vêran a navçeya Siwêregê jî erkdarê sindoqê ya HDP'ê rastî êrîşa AKP'yiyan hatiye û ji serê xwe birîndar bûye.
DÎLOK
Li navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê jî, erkdarê sindoqê yê HDP'ê Ahmet Dag ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Dag birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr û sedema binçavkirina wî nehat zanîn.
Li taxên Karayilan, Vatgan, Guzelvadî û Beydîlî yên navçeyên Şahînbey û Şehîtkamîlê yên Dîlokê ku herî zêde kurd lê dijîn polîs bi wesayîtên zirxî hatine bicihkirin. Polîsên ku di têketina dibistnaan noqteyên lêgerînê danîne li ser hilbijêran digerin. Li taxa Karayilanê divê polîs 15 metre dûrê Dibistana Celal Dogan bi cih bibin li ber deriyê dibistanê disekinin û zexta ku dengê xwe kar neynin li hilbijêran dixwin. Hilbijêr û peywirdaran bertek nîşanî zextên polîsan dan. Polîsan gef li hilbijêran xwarin. Li ser vê yekê Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul hat cihê bûyerê û bertek nîşanî polîsan da û demekê di navber parlamenter Togrul û polîsan de gengeşî derket. Piştî hevdîtina bi Midûrê Polîsan Erhan Gulveren û Waliyê Dîlokê re polîsan dawî li pêkanîna xwe anîn.
ŞIRNEX
Li Şirnexê li dibistanên Hurriyet, Bahçelîevler û Mehmet Emîn Acar ên li taxên Yenîmahalle, Bahçelîevler û Yeşîlyurtê polîsan welatî taciz kirin. Polîsan li ber dibistanan kontrola nasnameyan kirin. Li ser vê yekê di navbera polîs û welatiyan de nîqaş derket. Namzetê HDP'ê Leyla Bîrlîk û parêzer piştî ku mudaxaye kirin pêkanînên Dibistana Seretayî ya HUrriyetê pêkanînên xwe bi dawî kirin.
AGIRÎ
Li Bazîdê polîs qeydên hilbijêran digirin
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê polîsên ku li ser sindqan e nivîsa ku ji bo 1'ê Mijdarê ji aliyê Midûriyeta Emniyetê ya Bajar ji Walîtiyê re hatiye şandin nîşanî serokê sindoqan kir û careke din qeydên ku welatiyên dengên xwe bi kar anîne digirin. Di daxwaznameyê de tê gotin ku ji ber ku li Agirî û navçeyan serokên sindoqan dê bên tehdîdkirin û daxwaza parazvan kirine ev pêkanîn tê kirin.
HATAY
Li Hatayê ji bo welatiyên Sûriyeyê anonsa 'dernekevin derve'
Li navçeyên Yayladag û Kirikhan ên Hatayê welatiyên Sûriyeyê ji bo ku roja hilbijartinê dernekevin derve hatin hişyarkirin. Ji hoparlorên Şaredariya Kirikhanê bi anonsên tirkî û erebî de ji bo welatiyên Sûriyeyê dê gotin ku saet di 08.00 û 17.00'an de dernekevin derve.
Qaymeqamiya Yayladagi jî roja Şemiyê bi êvarê saet di 21.00'an de heta 2'yê Mijdarê li navçeyê konbajarên TEKEL û YÎBO derketina derve hatiye qedexekirin.
KIRKLARELÎ
Hevserokê HDP'ê yê Kirklarelî hate binçavkirin
Li Kirklareliyê, Hevserokê HDP'ê Feyyaz Şahîn û muşahîd Adnan Kurt hatin binçavkirin. Li Şahîn û Kurt ên ku li Dibistana Seretayî ya Ahmet Genel a dengên HDP'ê zêde ne bûn dema ku bi muşahîdên din re dixavin hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan.
MERSÎN
Li Mêrsînê muşahîdên HDP'ê hate astengkirin
li navçeya Toroslar a Mêrsînê li Lîseya Anadolu ya Çagdaş Kentê ketina muşahîdên HDP'ê li dibistanê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan berpirsyar negirtin hundir û polîsna piştî ku heqeret li hilbijêran kir welatiyan nerazîbûn nîşan dan.
Polîsan şêrit kişandin dora dibistanê û ketina rêveberên HDP'ê ya li hundir astengkirin û rêveberên HDP'ê yên ku mudaxaleyî vê yekê kirin jî rastî heqeretê hatin. Li bendê ye ku heyeta çavdêr bên dibistanê.
STENBOL
Li Stenbolê polîsên 'peywirdarê demî' belge nîşan nedan
Li dibistanên Belma Barut û Merkezê yên li Esenyurta Stenbolê li gorî belgeya hejmar 142'yemîn polîsên "peywirdarên demî" piştî ku di sindoqên qeydkirî de deng bi kar anîn belgeyên xwe teslîmî peywirdarên sindqan nekirin. Piştî îtiraza muşahîdan polîsan belgeyên xe teslîm kirin. Hate hinbûn ku li gelek dibistanan heman pirsgirêk derketiye holê.
Li Kocamustafapaşa ya Stenbolê jî li ber dibitanan wesayîtên bêplana hatin dîtin.
ESKÎŞEHÎR
Li Eskîşehirê polîs nav û numaraya nasnameya muşhîdan digirin. Li Dibistana Navîn a Dr. Halîl Akkurt a Eskîşehîrê AKP'yiyan 2 muşahîdên 'Oy ve Otesî' bi darê zorê ji polê derxistin.