Heyeta Navneteweyî: Ya ku me dît, em pê şoq bûn!

Heyete navneteweyî ya ji 20 kesan li Nisêbînê çavdêrî li dengdayînê kir. Seroka Giştî ya Komeleyên Kurdistanê li Fransayê Jan destnîşan kir ku dorpêçiya sindoqan a li dora sindoqan, ew şoq kiriye.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, heyetek ji 20 kesan ku di nav de Seroka Giştî ya Komeleyên Kurdistanê li Fransayê Sylvîe Jan jî heye, ji bo şopandina dengdayînê tevahiya rojê çavdêrî kir. Heyeta ku rastî gelek astengiyan hat, piştî çavdêriyên xwe daxuyaniyek da çapemeniyê.

'EM ŞOQ BÛN!'

Seroka Giştî ya Komeleyên Kurdistanê li Fransayê Sylvîe Jan diyar kir ku dorpêçiya polîsan a li dora dibistan û sindoqan ew şoq kiriye û destnîşan kir, ku divê ji hilbijêr û mirovan re nêzîkatiyeke bi hurmet û demokratîk bihata nîşandan. Jan got, "Tevî me, nehiştin endamên çapemeniyê jî bikevin hundir. Piştî nîqaşeke demdirêj em ketin hundir. Weke çavdêr em ê rola xwe bilîzin. Ya ku me dîtiye em dinivîsînin. Dema çûn Fransayê em ê konferansê pêk bînin û rastiyan vebêjin. Em ê hemû çavdêriyên xwe yên li Mêrdînê bikin rapor û bişînin ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re."

'DIVÊ ERDOGAN ŞER TERCÎH NEKE'

Jan xwest ev hilbijartin bi awayekî aştiyane û demokratîk bi encam bibe û got, "Em hêvîdarin ku hilbijartineke sêyemîn pêk neyê."

Jan her wiha got, "Em hêvîdar in ku Birêz Erdogan û ekîba wî rêya aştiyê hilbijêrin û şer tercîh nekin."