Li Amedê, ne tenê hilbijêr, heyeta çavdêr a ji Ewropayê jî rastî zexta polîsan hat. Heyeta Parlamenta Ewropayê (PE) li Sûrê rastî tîmên taybet ên bi maske hat. Li yenîşehîrê jî heyeta Ewropay ya ji 6 kesan û li Pîranê tercûmanek hat binçavkirin. Her wiha ajokarekî heyetê jî rastî lêdana AKP'yiyan hat. Heyeta PE ya ji ber zextan matmayî ma got, "Me ev atmosfer li ti devera cîhanê nedîtine. Dîmenekî ku cihê xwe di demokrasiyê de nîne, li holê heye."
Li navçeya Amed Sûrê, gelê ku rastî êrîşên tîmên taybet hat, danê sibehê ji bo dengdayînê herikî dibistanan. Hilbijêrên li dibistanên dengdayînê, beriya her kesî li tîmên taybet ên rûyê wan bi maske rast hatin. Namzeta HDP'ê Feleknas Ûca der barê mijarê de agahî da û anî ziman ku her çend biryareke Desteya Hilbijartinê ya di vî warî de tineye jî bi biryara Walîtiyê tîmên taybet li hewşa dibistanan hatine bicihkirin. Hilbijêran jî gotin, "Dewlet hemû hêza xwe jî li dibistanan bi cih bike, em ê biçin ser sindoqan" û nerazîbûn nîşan dan.
'DÎMENEKÎ BI VÎ RENGÎ LI TI DEVERA CÎHANÊ NÎNE'
Martîna Mîchels a di nava heyeta Parlamenta Ewropayê ya ji bo şopandina hilbijartinê de cih digire diyar kir, ku li pêşberî tiştên dîtiye ew matmayî maye. Mîchels destnîşan kir ku li Amedê demokrasî ji holê rabûye. Mîchels anî ziman ku hebûna polîsan a bi vî rengî li dibistanan, pêşî li her şêwe provokasyonan vedike û got, "Rewşa li vê derê li ti pîvanên demokrasiyê nayên. Ev dîmen bi ti awayî cihê xwe di nava demokrasiyê de nîne. Min atmosfereke bi vî rengî ya milîtarîst li ti devera cîhanê nedîtiye."
Yek ji endamên heyetê Josû Jûaristi Abaûnz jî da xuyakirin ku polîs hem li hundir hem jî li derveyî dibistanan e û destnîşan kir ku ev yek nayê qebûlkirin. Abaûnz ragihand ku ew ê çavdêriyên xwe bixin rojeva Parlamenta Ewropayê.
Li navçeya Amed Sûrê li gundê Karabaşê heyeta ji Parlamenterên Parlamenta Ewropayê jî, rastî lêdana namzetê AKP'ê Şafak Yenturk û xizmên wî hat û ji herêma hilbijartinê hatin dûrxistin. Namzetê AKP'yî û xizmên wî her wiha li ajokarê heyetê xistin.
Heyeta çavdêr a ji Îngilîstanê, ku li Lîseya Çermîk Anadolû çavdêriyê dike, li gefa Çelîk û parêzvanên wî rast hat. Çelîk bi gotina "Ev der welatekî demokratîk e, hûn çi dixwazin. Ji vir bicihimin" hewl dide heyetê ji dibistanê derxîne.
Namzetê AKP'ê Baran Çelîk tevî parêzvanên xwe li navçeya Çermûkê gef li heyeta çavdêr a ji Îngilîstanê hatiye xwar. Li Sûrê jî namzetê AKP'ê Şafak Yenturk û xizmên wî li Parlamenterên Parlamenta Ewropayê dan.
Li gundê Yokûşlû yê Pîranê, Ramazan Tûnç ê ji heyeta Îtalî û DYA'yî re tercûmanî dikir, hat binçavkirin.
Li gundê Alangor a Yenîşehîrê jî leşkeran heyeta ji Başûrê Kurdistanê kirin binçavan.