Kîsên dengan ji aliyê polîsan ve hatin veguhastin
Li Amedê, polîsên Tirk bêyî amadebûna wezîfedarên sindoqê, kîsên ji dengan bi tena serê xwe dibin Desteya Hilbijartinê ya Bajêr.
Li Amedê, polîsên Tirk bêyî amadebûna wezîfedarên sindoqê, kîsên ji dengan bi tena serê xwe dibin Desteya Hilbijartinê ya Bajêr.
Wezîfedarên li ser sindoqan, dema kîsên ji dengan dibin Desteya Hilbijartinê ya Bajêr a li Edliyeya Amedê, li ber derî tên sekinandin.
Polîs di destpêkê de kîsan ji wan distînin û piştî lêgerînê wezîfedaran digirin hundir.
Muşahîdên HDP'yî nerazîbûn nîşanî vê pêkanînê dan. Lê polîsan heqaret li wan kirin. Hat ragihandin ku ev pêkanîna nehiqûqî dewam dike.