Heyeta Swîsreyî rastî astengiya polîsan hat
Heyeta Swîsreyî ya li Qilabanê çavdêrî dikir, li Dibistana Seretayî ya Cûmhûriyetê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Ji heyeta Swîsreyî ya li navçeya Şirnex Qilabanê ye Annîna Schneîder û Sûsana Scheffer, ji bo çavdêriyê çûn Dibistana Seretayî ya Cûmhûriyetê, lê rastî astengiya polîsan hatin. Schneîder nerazîbûn nîşanî polîsan da û got, "Ji sibehê ve em li astengiyekê rast nehatin. Em bi tenê ji bo çavdêriyê hatin vê derê. Vê helwestê di nava me de rê li ber gumana vekir ku li dibistanê ewlekariya hilbijartinê nîne."
Scheffer jî da xuyakirin ku heyetên li Kurdistanê çavdêriyê dikin rastî astengiyan tên û got, "Ev rewşeke normal nîne. Tevî astengî û zextan jî nêzîkatiya gelê herêmê em kêfxweş kir."