Li Marmara, hîleyên hilbijartinê û zext zêde dibin

Li bajarên herêma Marmara ya Tirkiyeyê, karên ne li rê, gef û hîle dewam dikin. Hêzên ewlekariya dewleta Tirk û AKP'yî, êrîş û zextan dikin.

Li Stenbolê tevî hîleyên li ser sindoqan, elektrîk jî tê qutkirin. Li taxa Sanayî ya navçeya Gungorenê, ji ber teqîna trafo, di serî de Lîseya Îzzet Unver a Gungorenê elektrîka 4 taxan qut bûn. Rayedaran diyar kirin ku heta danê êvarê wê elektrîk neyê.

Li Bayrampaşayê jî AKP'yiyan li dibistanan stand vekirine. Hema hema li hewşên hemû dibistanan stand hatine vekirin û propaganda AKP'ê tê kirin. Rayedarên Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê û polîs jî ti mudaxleyê nakin.

Li Eyupê, serokê desteya sindoqê ya li Dibistana Navîn a Guzeltepeyê, bi endamên din ên desteyê re Rapora Encama Sindoqê ya vala da îmzekirin. Li dijî vê yekê hat derketin. Li dibistanê alozî dewam dike.

Li Sariyerê, Serokê AKP'ê yê Navçeyê jî di nav de gelek AKP'yiyan gefa 'vê derê vala bikin' li muşahîdên HDP'yî xwarin. HDP'yiyan serî li Serokatiya Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê dan.

Serokê Şaredariya Esenyûrtê yê AKP'yî Necmî Kadioglû dema ji bo dengdayînê hat Dibistana Seretayî ya Îbrahîm Ozaydin rastî nerazîbûna hilbijêran hat. Polîsên Tirk jî li ser vê yekê hilbijêrên nerazîbûn nîşan dan derxistin derveyî hewşê.

BÛRSA

Li Bûrsayê bi destpêkirina dengdayînê re binpêkirin, zext û hîleyan jî destpê kir. Li navçeya Osmangazî, endamekî desteya sindoqê yê AKP'yî yê bi navê Îbrahîm ê li Lîseya Mêran a Bûrsayê wezîfedar, piştî ku desteya sindoqê hat avakirin û dengdayînê destpê kir, hat dibistanê û xwest tevlî desteyê bibe. Muşahîd û parêzerên Baroya Bûrsayê li dijî vê derketin, lê belê dîsa jî ev şex tevlî bû. Her wiha gef li muşahîdên Oy ve Otesî xwar.

SAKARYA

Li sindoqa bi hejmara 2085 a li Lîseya Anadolû ya Guneşler a Sakaryayê, bi qasî 50 dengên morkirî derket holê. HDP'yiyên xwestin li dijî vê rewşê derkevin, rastî astengiyê hatin.