ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk balafireke Rûsya xist - HAT NÛKIRIN
Tirkiyeyê balafira şer a ku îdia dike sînor binpê kiriye li sînorê Sûriyeyê xist. -
Li Nisêbînê êrîşên dijwar û sewqiyata leşkerî didome
Li Nisêbînê ku ‘qedexeya derketina kolanan’ didome, hêzên dewletê li hember taxan bi awayekî dijwar êrîş dikin. -
Polîsan li Mersînê li hember Şaredariya Akdenîz operasyon pêk anîn
Li Mersînê di operasyona qirkirina siyasî de bi ser gelek malan de girtin. Hat ragihandin ku gelek xebatkarên Şaredariya Akdenîz hatin binçavkirin û ji ber Hevşaredarê Akdenîzê Fazil Turk ne li malê bû der barê wî de biryara girtinê derxistin. -
Navê ciwanê ji aliyê polîsan hat qetilkirin diyar bû
Hat ragihandin ku nasnameya ciwanê şevê din li navçeya Farqînê di encama gulebarana wesayîtê de jiyana xwe ji dest da, Murat Aktar ê 22 salî ye. -
Li M. Serhat Polatsoy îşkenceya sirgûnê
Siyasetmedar û rojnamevanê Kurd Mehmet Polatsoy, ku di encama komployeke hêzên dewletê de hat girtin, derket holê ku şeva 22'ê Mijdarê roja Yekşemê bi lez û bez ber bi Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2. a Şakranê hatiye sirgûnkirin. -
HDP heyeta duyemîn dişîne Nisêbînê
HDP heyeta duyemîn dişîne Nisêbînê ya ev du hefte ne li hember êrîşên dewletê berxwedan lê didome. -
Aktîvîteyên ‘Ji Rojava heta Pirsûsê şehîdên me banga şoreşê dikin’ didomin
Li paytexta Skoçya Edînbûrg şehîdên meha Mijdarê hatin bibîranîn. -
Demîrtaş li hember hewldana sûîqestê gilî kir
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş der barê hewldana sûîqestê ya li hember xwe gilî kir. -
Hêzên HSD’ê gundek din rizgar kirin
Şervanên HSD’ê ku li başûrê Hesekê operasyonên xwe didomînin, gundê Xemayêl ji çeteyan rizgar kir. -
Yuksekdag: Hewldana sûîqestê parçeyek ji konsepta êrîşê ye
Yuksekdag der barê hewldana sûîqestê ya li hemberî Demîrtaş de got, "Parçeyek ji konsepta êrîşa siyasî ya li hemberî partiya me û me ye." -
Komeleya Pira Gelan: Deriyên sînor vekin!
Komeleya Pira Sînor bal kişand ser pirsgirêkên penaberan û xwest, deriyên sînor werin vekirin. -
YPG: 20 çete hatin kuştin, 2 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku li herêmên Eyn Îsa Sirrin êrîşên çeteyan hatine şikandin, 20 çete hatine kuştin û wesayîteke tonek teqemenî lê barkirî, hatiye desteserkirin. -
HDP: Li hember komkujiyên sivîl divê li Meclîsê komîsyonek bê avakirin
Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken têkildarî komkujiyên sivîl pêşnûme lêpirsînek da. -
Li ser hevkariya DAIŞ-AKP'ê belgeyên nû
DAIŞ'ê, bi fîrmayên xeyalî re, di bin navê îthalata ji Tirkiyeyê ber bi Urdunê ve, bi 'fermî' madeyên xam ê teqemeniyê ji tedarik kir. -
Komkujiya Enqereyê li Zurîchê hat protestokirin
Li bajarê Zurîchê, bi wesîelya 40 rojiya Komkujiya Enqereyê qurbanî hatin bîranîn. -
Biryarên 'dadgehên dek û dobalan' ên li ser KCK'ê hînê derbasdar in
Dadgehên Xwedî Erka Taybet, piştî operasyonên 17-25'ê Kanûnê ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve weke 'dadgehên dek û dobalan' hatibûn pênasekirin û ev dadgeh hatin girtin. Lê belê biryarên dan dadgehan ên li ser KCK'ê hînê derbasdar in. -
Tîmên taybet li Geverê jinek birîndar kirin
Li Geverê, welatiya bi navê Asiye Yalçin ku ji bo xweliya sobeyê birijîne derket ber deriyê xwe, bû hedefa guleyên tîmên taybet û ji pişt û milê xwe birîndar bû. -
Li Geverê qedexe rabû
Qedexeya derketina derve ya li Geverê, ku 4 rojan dewam kir, di encama berxwedana Kurdistaniyan de hat rakirin. -
Qurbaniyên komkujiya li Enqereyê li Bensheîmê hatin bîranîn
Li bajarokê Bensheîm ê Elmanyayê, mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn. -
Li Stûttgartê panela 'em zilamtiya xwe bibînin' a mêran
Li Stûttgartê bi wesîleya "25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê" panelek bi mijara "Li rû hev hatina mêrantiya me û şîdeta mêr a li hemberî jinê" ji aliyê mêran ve hat lidarxistin. -
Serokê Meclîsa Tirkiyeyê hat hilbijartin
Di tûra sêyemîn a dengdana ji bo Serokatiya Meclîsa Tirkiyeyê, bi 316 dengan namzetê AKP’ê Îsmaîl Kahraman hat hilbijartin. -
Ji bo ‘komkujiya Enqereyê’ wê giliyê Serokwezîr bê kirin
Têkildarî komkujiya Enqereyê KESK, DÎSK, TTB û TMMOB wê sibê giliyê Serokwezîr Ahmet Davûtoglû bikin. -
Serokê Meclîsê di tûra yekemîn de nehat hilbijartin
Ji bo Serokatiya Meclîsê dengdana tûra yekem pêk hat. Di encama dengdanê de ti namzet negihiştin hejmara bên hilbijartin û tûra duyem destpê kir. -
BOG: Hevalê Azîz bû ala şîara têkoşînê ya gelên me
Cenazeyê şervan û fermandarê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (BOG) Azîz Guler (Rasîh Kûrtûlûş) ku li Rojava di dema operasyonek li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dabû, piştî 59 rojan derbasî Tirkiyeyê hat kirin û hat defnkirin. -
Ev du roj in Bruksel di alarmê de ye
Li paytexta Belçîka Brukselê, bi fikara êrîşên weke li Parîsê rû bidin gelek kes ji malên xwe dernakevin. Li bajêr ku alarm derketiye asta herî jor, duh bi şev restaurant û bar zû hatin girtin.