HDP heyeta duyemîn dişîne Nisêbînê

HDP heyeta duyemîn dişîne Nisêbînê ya ev du hefte ne li hember êrîşên dewletê berxwedan lê didome.

HDP heyeta duyemîn dişîne Nisêbînê ya ev du hefte ne li hember êrîşên dewletê berxwedan lê didome.

Berxwedana parlamenterên HDP’ê ya bi gelê Nisêbînê re ku didome, koma HDP’ê bi erkdarkirineke nû re heyeteke berfireh şand navçeyê. Heyeta duyemîn a HDP’ê ya ji parlamenterên HDP’ê M. Alî Aslan, Muslum Dogan, Kadrî Yildirim, Mehmet Emîn Adiyaman, Faysal Sariyildiz pêk tê şand navçeyê. Wekîlên HDP’yî ji bo dorpêçê bişkînin wê bikevin nav hewldanan û di nav berxwedanê de cih bigirin.

Her wiha îro danê êvarî Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê hem ji bo “dorpêça mirinê” hem jî ji bo hewldana sûîqestê ya li hember Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku civîn li dar xistibû didome. Di civînê de wê zêdekirina çalakî û aktîvîteyên demokratîk bên destgirtin. HDP’yî bal dikşînin ku berxwedan bi hin navendên rastî êrîşa dewletê tên sînordar maye, ev jî cesaretê dide dewletê, ji ber vê jî ji bo şkandina dorpêçê pêwîstî bi hewldaneke topyekûn heye.

Li gel vê tê payîn ku ji bo HDP’e karibe komkujiyên pêk tên ji raya giştî ya cîhanê re ragihîne xebateke dîplomatîk pêk bîne. Dîsa ji bo gelên Tirkiyeyê jî li hember rewşa şer a Tirkiye dikişîne nav bên hişyar kirin û ji bo karibin xeteriyê bibînin hin xebat tên plankirin.

Her wiha têkildarî erkdariya koma HDP’ê wê ji bo serokwekîltiya duyemîn a koma HDP’ê wê koma jinan biryar bide.