HDP: Li hember komkujiyên sivîl divê li Meclîsê komîsyonek bê avakirin
Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken têkildarî komkujiyên sivîl pêşnûme lêpirsînek da.
Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken têkildarî komkujiyên sivîl pêşnûme lêpirsînek da.
Balûken di pêşnûmeyê de wiha got: “Desthilatiya AKP’ê ya encamên hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê hezm nekir bi rêya sindoqa îradeya gel tine hesiband, hesab kir ku rêya ji nû ve desthilatiyê ji şer re derbas dibe, biryarên Desteya Ewlekariya Milî yên 30’ê Cotmeha 2014’an bi awayekî berfireh xistiye meriyetê.” Balûken bal kişand ku ji bilî hêzên ewlehiyê yên dewletê hin hêzên paramîlîter ên tarî jî xistine meriyetê û li Kurdistanê atmosferek terorî ava kirine. Balûkend wiha berdewam kir: “Ji hilbijartinên 7’ê Hezîranê heta roja me 143 hemwelatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Li hember welatiyên ku qedexeyên kolanan ku li cîhanê yekta ne û polîtîkayên şer protesto kirine jî êrîş pêk hatine. Bi rêbazên derveyî mirovatiyê û hiqûqeke di ti hiqûqên şer de jî cih nagire bi sedan mirov birîndar bûne, seqet hatine hiştine.”
'TÎMA ESEDÛLLAH ÇALAKIYÊN DERVEYÎ MIROVATIYÊ PÊK TÎNE; GEL BI FIKAR E'
Balûken destnîşan kir ku hin pêkhateyên dişibin DAIŞ’ê yên navê “Tîma Esedûllah” li xwe kirine û bi hêzên ewlehiyê yên dewletê re tevdigerin ji ber çalakiyên derveyî nirxên mirovatiyê pêk tînin, gelê li herêmê bi fikar e.
Balûken wiha got: “Em bûne welatekî ku pitik, îxtiyar û jin tên qetilkirin. Her kesê ku di vî karî de berpirsiyariyan wan hene divê pêşberî darazê hesab bidin.” Di dawiya pêşnûmeyê de Balûken ev xal anî ser ziman:
“Wezîfeya sereke ya dewletê parastina can û malê welatiyan e. Pêkanîna vê wezîfeyê di hiqûqa me de di çarçoveya berpirsiyariya bê qisûr hatiye pênasekirin. Bi awayekî vekirî, bê ku dewlet li ti hinceta binerê divê ewlehiya can û malê tevahî welatiyan pêk bîne. Ji bo kuştinên sivîlan yek bi yek bên lêkolînkirin, berpirs derkevin holê û pêşiya mirinan bê girtin, di bin banê Meclîsê de bi lezgînî avakirina komîsyonekê pêwîst e.”