ROJANE
Hemû Nûçe
-
Guler bi sirûda Rojava û helbesta 'Delîkanlim' hate oxirkirin
Cenazeyê ji fermandarê BOG'ê Azîz Guler ê li Rojava jiyana xwe ji dest da piştî merasîma li Taxa Gaziyê bi sirûda Rojava û helbesta "Delîkanlim" a Nazim Hîkmet a ku pir jê hez dikir ve hate definkirin. -
Balûken komkujiyên dewletê yên li Kurdistanê anî rojeva meclîsê
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken di civîna Meclîsê de ku ji bo hilbijartina Serokê Meclîsê hilbijêre civiya, bal kişand ser rewşa Kurdistanê û got ku pêkanînên darbeyê di meriyetê de ne. -
Li hember qadên gerîlayan û şehîdgehan bomberdûman êrîş didomin
Bomberdûman û êrîşên artêşa Tirk ên li hember herêmên gerîlayan û şehîdgehan didomin. Gerîlayan li hemberî leşkerên li Oremar çalakiyek li dar xistin. -
Însiyatîfa Gel: Divê her dera Kurdistanê bibe çeperên berxwedanê
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê destnîşan kir, ku li derê êrîşek hebe, divê her bajar, bajarok, gund û taxên Kurdistanê ji aliyê xwe ve bersivê bide berxwedanê û got, "Pêwîste çeperên berxwedanê li her devera Kurdistanê bên belavkirin." -
Partiya Çep li Baden Wurttembergê starta hilbijartinê da
Partiya Çep a Elman, ji bo hilbijartinên eyaleta Baden Wurttembergê yên 16'ê Adara 2016'an, bi pêkanîna kongreyê re dest bi kampanyayê kir. -
Qirkirina Dêrsimê dewam dike!
Li Navenda Çanda Elewiyan a Stûttgartê, li ser Qirkirina Dêrsim 38'an panelek hat lidarxistin. -
DDB biryara 'ji nû ve lêpirsîna' doza Mehmet Erkek da
Di doza Mehmet Erkek ku tê gotin ji aliyê polîs ve hatiye qetilkirin Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) biryara "mafê jiyanê hatiye binpêkirin" da û hikuma da ku bûyer ji nû ve bê lêpirsîn. -
Yuksekdag: Gel xwe li hemberî dewletê diparêze
Yuksekdag bal kişand ser êrîşên li Cizîr, Farqîn û Nisêbînê û destnîşan kir ku li van herêman gel xwe li hemberî êrîşên dewletê diparêze. -
Ji bo Şengalê li Hannoverê mîtîngek hat lidarxistin
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê ku piştî komkujiya Parîsê tedbîrên ewlekariyê hatine zêdekirin ji bo Şengalê mîtîngek hat lidarxistin. -
27 kes li Stenbolê hatin binçavkirin
Li Stenbolê 27 kesên ku terora dewletê ya li Nisêbînê protesto kirin hatin binçavkirin. -
Herêma Bayirbûcak ket kontrola rejîma Sûriyeyê
Herêma Bayirbûcak a di destê çeteyan de ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hat kontrolkirin. -
Polîsên Tirk li Mersînê li hember berxwedana gel vekişiyan
Welatiyên li hember serdegirtina avahiya HDP’ê ya Akdenîz nerazîbûn nîşan dan rastî êrîşa polîsan hatin. Di bûyerên piştî êrîşan destpêkirin polîs ji ber berxwedana gel paşde vekişiyan. -
Polîsan meşa ‘Deng bide Nisêbînê’ asteng kir
Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê û Meclîsa HDK’ê ya Stenbolê ji bo protestokirina dorpêça polîsan a li Nisêbînê xwestin ji ber Cevahîr AVM heta mizgefta Şîşlî meşekê li dar bixin. Meş ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. -
HDP’e û siyasetmedarên Kurd bi 40 sefîrî re hatin cem hev
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek duh bi sefîrên welatên endamên YE re hevdîtin pêk anîn. -
Li Brukselê alarma sor
Li paytexta Belçîka Bruksel, piştî îxbara ku wê êrîşeke mîna Parîsê bê lidarxistin li bajêr alarma sor hat dayîn. -
Gerîlayê HPG’ê Celalyan spartin axê
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Cemîl Celalyan (Îbrahîm Purmahmut) yê li herêma Zîlanê ya Erdîşê jiyana xwe ji dest da li Bazidê hate definkirin. -
'Ya qetil dike dewlet e, em ê nedin jibîrkirin’
Jinên AKA-DER'î bi wesîleya çil roja komkujiya Enqereyê li ber gara teqîn lê pêk hat, kesên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn. -
Namzetê HDP'ê Dengîr Mîr Mehmet Firat e
Namzetê HDP'ê ya Serokatiya Meclîsê, wekî ku di heyama bihuri de jî hatibû destnîşankirin car din Dengîr Mîr Mehmet Firat e. -
Ronahî TV 4 sal li pey xwe hişt
Ronahî TV ya 21’ê Mijdara 2011’an bi weşana 3 saetan destpê kir, bi zaravayên Kurdî yên Kurmancî, Soranî, bi zimanê Erebî, Îngîlîzî û Fransî weşanê dike. -
‘Bi dervehiştina tevgera azadiyê hewldana çareserkirina pirsgirêka Kurd ehmeqî ye’
Nivîskar Aydin Çûbûkçû got, “Hemû cîhan dizane ku bi dervehiştina HDP’ê yan jî hêmanên bingehîn ên tevgera azadiyê re hewldana çareserkirina pirsgirêka Kurd ehmeqî ye.” -
Artêşa Tirk ‘Şehîdgeha Kûrtay Feraşîn’ bombebaran dike
Li navçêya Elkê herêma Kolya ku Şehîdgeha Kûrtay Feraşîn lê ye ji aliyên leşkerên Tirk ve tê bombebarankirin. -
Berxwedana li Kurdistanê ji Îzmîrê hat silavkirin
Li Îzmîrê tevî qedexeya walîtiyê jî li ser banga Hêzên Demokrasî, Aştî û Kedê bi hezaran kesî komkujî protesto kirin û berxwedana li Kurdistanê silav kirin. -
Civîna HDP’ê ya bi sefîrên 43 welatan re destpê kir
Civîna HDP, HDK, KCD û BDP ya bi sefîrên 43 welatan re destpê kir. Di civînê de di taybetiya Rojava de wê şer ê li Sûriyeyê, şîdet û qedexeya kolanan a li Tirkiyeyê bên destgirtin. -
Li Edeneyê 2 kes hatin girtin
Li Edeneyê ji 7 kesên hatin binçavkirin 2 kes bi îdîayên, “Endamên rêxistinê ne û li ser navê rêxistinê sûc kirine” hatin girtin û şandin girtîgehê. -
Polîsan li Nisêbînê jinek bi giranî birîndar kirin
Li Taxa Yenîşehîr a Nisêbînê jina bi navê Şerîfe Keleş (30) dema ku li hewşa xwe av dianî ji aliyê polîsan ve bi giranî hat birîndarkirin. Jina 30 salî li Nexweşxaneya Nisêbînê di beşa lezgîn de tê dermankirin.