Li M. Serhat Polatsoy îşkenceya sirgûnê

Siyasetmedar û rojnamevanê Kurd Mehmet Polatsoy, ku di encama komployeke hêzên dewletê de hat girtin, derket holê ku şeva 22'ê Mijdarê roja Yekşemê bi lez û bez ber bi Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2. a Şakranê hatiye sirgûnkirin.

Siyasetmedar û rojnamevanê Kurd Mehmet Polatsoy, ku di encama komployeke hêzên dewletê de hat girtin, derket holê ku şeva 22'ê Mijdarê roja Yekşemê bi lez û bez ber bi Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2. a Şakranê hatiye sirgûnkirin. Birayê Polatsoy Ekrem Polatsoy ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ji dema girtinê û vir ve kekê wî du carin tê sirgûnkirin.

Zilma li siyasetmedar û rojnamevanê Kurd Mehmet Serhat Polatsoy tê kirin, roj bi roj zêde dibe. Beriya êrîşên bombeyî yên 10'e Cotmehê li Enqereyê, bi rêya twîtterê peyamek li ser van êrîşan hatibû parvekirin û hêzên dewleta Tirk bi îdîaya ku xwediyê vî hesabê Twîtterê Polatsoy e, ew binçavkiribû û piştî ku derketibû holê hesap ne yê wî ye, hatibû berdan. Roja 24'ê Cotmehê vê carê polîsan bi kûçikan avêtin ser mala Polatsoy û bi îdîaya ku teqemenî heye, ew kiribûn binçavan. Tevî li mala wî ti teqemenî nehat dîtin jî, dadgehê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "gumana hebûna madeyên teqemeniyê" Polatsoy girt. Polatsoy niha jî bi zor û zextên sirgûnê re rû bi rû ye.

'XETERÎ LI SER JIYANA KEKÊ MIN HEYE'

Birayê Polatsoy Ekrem Polatsoy da xuyakirin ku kekê wî ji dema hat girti û li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê hat bicihkirin, li dû hev hatiye sirgûnkirin. Polatsoy ragihand ku kekê wî di destpêkê de sirgûnî Girtîgeha Tîpa T ya Skenderûnê, roja 22'ê Mijdarê jî bi lez û bez sirgûnê Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2. a Şakranê ya nû hat vekirin, hatiye kirin.

Polatsoy da zanîn ku piştî kekê wî ji Girîgeha Tîpa T ya Skenderûnê re hat sirgûnkirin 13 rojan agahiya wan jê çênebûye û got, "Ji bo pê re biaxivin em li girtîgehê geriyan, lê gotin ku telefon xerabe ye. Piştî 13 rojan 20'ê Mijdarê roja Înê dema pê re axivîm, anî ziman ku li ber kamera li koxûşan tê bicihkirin girtiyên siyasî li dij derketine, ji ber vê yekê rastî lêdanê hatine û jendermeyên bi kincên robokop ketine nava koxûşan û li girtiyan dane." Polatsoy diyar kir ku ew bi rêya parêzer hîn bûye kekê wî hatiye sirgûnkirin û anî ziman ku ew ji jiyana keke xwe yê bi komployekê hat girtin, bi endîşe ye.

...