Polîsan li Mersînê li hember Şaredariya Akdenîz operasyon pêk anîn

Li Mersînê di operasyona qirkirina siyasî de bi ser gelek malan de girtin. Hat ragihandin ku gelek xebatkarên Şaredariya Akdenîz hatin binçavkirin û ji ber Hevşaredarê Akdenîzê Fazil Turk ne li malê bû der barê wî de biryara girtinê derxistin.

Li Mersînê di operasyona qirkirina siyasî de bi ser gelek malan de girtin. Hat ragihandin ku gelek xebatkarên Şaredariya Akdenîz hatin binçavkirin û ji ber Hevşaredarê Akdenîzê Fazil Turk ne li malê bû der barê wî de biryara girtinê derxistin.

Bi şerê qirêj a ku li Kurdistanê hatiye destpêkirin re operasyonên qirkirina siyasî jî bênavber berdewam dikin. Operasyonên qirkirina siyasî vê carê li Mersînê pêk hat. Polîsan di seatên serê sibê de mala Hevşaredarê AKdenîzê Fazil Turk jî di nav de bi ser geleke malan de girtin.

Polîsan bi ser mal û ofîsa Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) yê Mersînê û Alîkarê Şaredarê Akdenîzê yê berê parêzer Mehmet Altuntaş de girtin.

Di serdagirtinan de lêgerîn pêk anîn û ji ber Hevşaredarê Akdenîzê Fazil Turk ne li malê bû der barê wî de biryara girtinê derxistin.

Di serdagirtina navenda Mersînê de heta niha endamên Meclîsa Şaredariya Akdenîzê ya berê Çîgdem Goksoy, Fatmagul Demîrtag û Makbule Kaplan ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin.

Di serdagirtinên navçeyên Akdenîz û Toroslarê de jî gelek welatî hatin binçavkirin. Navê welatiyên hatine binçavkirin ên tên zanîn wiha ye: Hasan Çat, Osman Ekîncî, Abdulrahîm Boz, Abdulmutalîip Tekîn û Raziye Soner.

Hat ragihandin ku li hin malan lêgerîn didome û welatiyên hatin binçavkrin birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê.

Hevşaredarê Akdenîzê Fazil Turk dema serdagirtinê li derveyî bajar bû û ji ber vê yekê der barê wî de biryara girtinê hat derxistin.

Hat zanîn ku der barê lêpirsînê de biryara "veşartî" hatiye derxistin.