Li Stûttgartê roja 22'ê Mijdarê li salona civînê ya Gîk-Der a ser bi AGÎF'ê taştê hat xwarin û piştre bi wesîleya "25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê" panelek bi mijara "em zilamtiya xwe bibînin û şîdeta mêr a li hemberî jinê" hat lidarxistin.
Rojnamevan Necatî Abay weke qiseker beşdarî panelê bû.
Necatî Abay da xuyakirin ku cîhana mêr, di mijara "Şîdeta li dijî jinê" de bi wezîfeya ji du aliyan re rû bi rû ye û got; "Ya yekemîn, li hemberî şîdeta li dijî jinê ku dewletên bi serdestiya mêr kiriye parçeyek ji jiyana rojane, li dijî qirkirina jinê mêr bi çalakiyan nerazîbûnê nîşan bidin. Ya duyemîn jî; 'li rû hev hatina bi mêrantina nava xwe' ji aliyê mêrên pêşverû, şoreşger û sosyalîst e." Abay bang kir ku bi vê armancê mêr di 25'ê Mijdarê de dakevin kolanan û çalakiyên bi navê "Eger mêrantî şîdeta li hemberî jinê be, em vê mêrantiyê red dikin!" li dar bixin.
Abay pirsa "Hûn dixwazin zilamtiya xwe bibînin?" li mêrên beşdarî panelê bûn kir û da zanîn ku divê beriya her tiştî bi awayekî vekirî bersiv ji vê pirsê re bê dayîn, ev li rû hev hatin diyarker e û divê di pratîkê de xwe bide der.
'JIN ZILAMTIYA ME DEŞÎFRE DIKE'
Abay da zanîn ku jinên komunîst ên têkoşîna azadiya jinê dimeşînin, mêrantiya wan bi awayekî vekirî deşîfre dikin û destnîşan kir ku meşa li ser şopa jinên sosyalîst, wê 'dîtina zilamtiya xwe', hêsan bike.
Di beşa duyemîn a panelê de, beşdarên jin pirs li mêran kirin û li ser van pirsan gotûbêjan destpê kirin. Beşdaran ragihandin, ku girîng e panelên bi vê mijarê dem bi dem bên lidarxistin.
DI 25'Ê MIJDARÊ DE MÊR DADIKEVIN KOLANAN
Di encama nîqaşên li panelê hatin kirin de komek ji mêran biryar dan ku di 25'ê Mijdarê de li meydana Schlossplatzê çalakiya "Eger mêrantî şîdeta li hemberî jinê be, em vê mêrantiyê red dikin!" lidar bixin.