ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji ber binavbûna keştiyê 2 zarokên koçber jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin, ku keştiyek 20 koçberên Sûriyeyî tê de bûn binav bû û 16 kes hatin rizgarkirin, lê cenazeyê 2 zarokan hatin dîtin. Tê gotin ku agahî ji 2 kesên din jî nayê wergirtin. -
Mêrên AGÎF'î li kolanên Stûttgartê çalakî lidar xistin
Mêrên endamê AGÎF'ê li Stûttgartê di 26'ê Mijdarê de li meydana Kobanê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de çalakiya "Eger mêrantî şîdeta li dijî jinê be, em vê mêrantiyê red dikin!" lidar xistin. -
Pûtîn: Ji Sûriyeyê kamyon bi kamyon petrol neqlî Tirkiyeyê kirin
Pûtîn ê bi Hollande re civîneke çapemeniyê ya hevpar pêk anî, diyar kir ku kesên li hember terorê cot standartiyê dikin û bi DAIŞ’ê re têkilyên aborî datînin bi êgir dilîzin. -
Li Geverê guleya hewanê li malekê ket
Li Taxa Ormanê ya Geverê guleya hewanê li mala welatiyê bi navê Memet Tekîn ket. -
HDP û HDK li hember faşîzma dewletê ya li Kurdistanê li qadan e
Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê û Meclîsa HDK’ê ya Stenbolê, terora dewletê ya li çar aliyên Kurdistanê li sê herêmên Stenbolê protesto kir. -
Ceyş El-Suwar: 2 çeteyên El Nusra hatin kuştin
Artêşa Şoreşgeran diyar kir ku çeteyên El-Nusra li herêma Ezazê cara duyemîn êrîşî hêzên wan kirine û li ser bersivdayîna hêzên wan 2 çete hatine kuştin. -
Rûsya pêwendiyên xwe yên leşkerî yên bi Tirkiyeyê re sekinand
Wezareta Parastinê ya Rûsya, aşkera kir ku bi armanca îxtîmala pevçûneke li hewayê asteng bike Xeta Sor jî di nav de hemû pêwendiyên leşkerî yên bi Serfermadariyê re sekinandiye. -
Can Dundar û Erdem Gul hatin girtin
Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Cumhuriyet Can Dundar û Nûnerê Enqereyê Erdem Gul hatin girtin. -
Turk serbest hat berdan
Hevşaredarê Akdenîzê M. Fazil Turk ê li Mersînê der barê wî de biryara girtinê hat dayîn, îro li edliyeyê piştî îfadeyê serbest hat berdan. -
Rûsya banga ‘vegerê’ li welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê kir
Rûsya ji welatiyên xwe xwest ku neçin Tirkiyeyê û bang li yên li Tirkiyeyê jî kir ku vegerin welatê xwe. -
Li derdora Aşê Feysel pevçûn
Li derdora Aşê Feysel ê stratejîk ê li ser rêya Heleb-Ezaz pevçûnên dijwar rû didin. -
Turk bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin
Hevşaredarê Akdenîzê Fazil Turk bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. -
Dundar û Gul bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
Gerînendeyê Giştî ya Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar û Nûnerê Enqerê ya Rojnameya Cumhuriyetê bi îdiaya "sîxurî kirine" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. -
Şehîdên berxwedanê yên Nisêbînê hatin oxirkirin
5 kesên ku di dorpêç û êrîşên 14 rojan de ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatin qetilkirin, bi tevlîbûna bi dehhezaran Nisêbiniyan, bi dirûşmên "PKK tolhildan" hatin oxirkirin. -
'Li herêma balafir lê ket cîhadîst hene'
Endama Desteya Rêveber a Navendî ya SYKP’ê Civaknas Tulay Hatîmogûllari ya li Hatayê nûnertiya gelek saziyan kiriye têkildarî xistina balafira Rûs a ji aliyê Tirkiyeyê ve û polîtîkaya Sûriyeyê bersiv da pirsên ANF’ê. -
'400 leşkerên Tirk li derdora Ezaz-Cerablûs-Helebê ne'
Zanyarê Ereb û Pisporê Rojhilata Navîn Samî Alî ji ANF'ê re ragihand ku 400 leşkerên artêşa Tirk bi kincên hêzên mûxalîf, li Cerablûsê ne. -
Balafirên şer ên tê gotin ên Rûsyayê ne li Mînbîcê dan
Balafirên şer ên tê gotin ên Rûsyayê ne li Mînbîcê dan. -
Di doza Yasîn Boru de derew li ser hev tên kirin
Di doza Yasîn Boru yê ku li Amedê di dema çalakiyên ji bo Kobanê yên 6-7'ê Cotmeha 2014'an de jiyana xwe ji dest da, derket holê ku şahidê veşartî, derew kiriye. -
Drama jinên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê di parlamentoya Swêd de ye
Marîa Weîmer diyar kir ku jinên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê wek penaber in di nav şert û mercên pir xerab de dijîn, wek cins ji aliyê zilamên Tirk ve tên îstîsmarkirin û mijar anî Parlamentoya Swêd. -
Dewletê, leşker û polîsên xwe yên di destê PKK'ê de ne ji bîr kir!
Hikûmeta AKP'ê, polîs û leşkerên 4 meh in di destê PKK'ê de ne ji bîr kir. Parêzvanên mafên mirovan xwestin agirbestek zexmkirî bê ragihandin û Mutabaqata Dolmabahçeyê bi cih were anîn. -
Li PE tedbîrên li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê hatin nîqaşkirin
Di rûniştina îro ya li Parlamenta Ewropayê (PE) de, ku rayedarên payebilind ên Yekîtiya Ewropayê jî lê amade bûn, bingeha qanûnî ya tedbîrên li dijî terorîzma cîhadîst a global hat nirxandin. -
Li Geverê veguhastina leşkerî
Li Geverê gelek leşker û wesayîtên zirxî sewqî Fermandariya Tugayê ya Geverê hat kirin. -
Li Adigey civîna 25’ê Mijdarê
Jinên Kurd ên li komara Xweser a Adigey dijîn bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li dijî Jinê di civînekê de hatin cem hev. -
Parvekirina Berkîn weke 'sûcê şermê' hat dîtin û wezîfe lê hat qedexekirin
MEB'ê biryar da ku mamoste Hatîce ya ku di hesabê xwe yê facebookê de Berkîn Elvan parve kir, 'sûcê cihê şermê' kiriye û wezîfeya wê lê qedexe kir. -
Koç: Xistina balafira Rûs dikare bibe sedema 3. Şerê Cîhanê
Serdarê teqawît Zekî Koç diyar kir, ku balafira şer a Rûs ku bi hinceta 'binpêkirina pîvanên angajman' re ji aliyê Tirkiyeyê ve hat xistin, dikare rê li ber 3. Şerê Cîhanê veke.