Navê ciwanê ji aliyê polîsan hat qetilkirin diyar bû

Hat ragihandin ku nasnameya ciwanê şevê din li navçeya Farqînê di encama gulebarana wesayîtê de jiyana xwe ji dest da, Murat Aktar ê 22 salî ye.

Hat ragihandin ku nasnameya ciwanê şevê din li navçeya Farqînê di encama gulebarana wesayîtê de jiyana xwe ji dest da, Murat Aktar ê 22 salî ye.

Li navçeya Farqîna Amedê şevê din polîsan ser rêya Bedlîsa kevn a li taxa Bahçelîevlerê wesayîta sivîlan gulebaran kirin û di encama gulebaranê de ciwanek jiyan xwe ji dest dabû. Hat ragihandin ku ciwanê jiyana xwe ji dest da Murat Aktar ê 22 salî ye. Cenazeyê Aktar ji bo otopsiyê rakirin Amedê û piştî otopsiyê di dernegiya şevê de dîsa birina Farqînê.

Tê payîn ku cenazeyê Aktar di seatên pêş de li Goristana Şeyh Halîl were definkirin.

Her wiha di seatên serê sibê de polîsan li taxa Konakê bi ser gelek malan de girtin û welatiyê bi navê Yaşar Şîmşek binçav kirin.