Li ser hevkariya DAIŞ-AKP'ê belgeyên nû

DAIŞ'ê, bi fîrmayên xeyalî re, di bin navê îthalata ji Tirkiyeyê ber bi Urdunê ve, bi 'fermî' madeyên xam ê teqemeniyê ji tedarik kir.

DAIŞ'ê, bi fîrmayên xeyalî re, di bin navê îthalata ji Tirkiyeyê ber bi Urdunê ve, bi 'fermî' madeyên xam ê teqemeniyê ji tedarik kir. DAIŞ ku teknolojiya xwe jî Tirkiyeyê werdigire, piştî droneyan, derket holê ku balafirên biçûk ji bo êrîşên xwekujiyê kiriye.

Piştî ku YPG'ê di 15'ê Hezîranê de dawî li dagirkeriya Girê Spî anî, DAIŞ'ê li dû xwe gelek belge hişt. Li gorî nûçeya Yenî Ozgur Polîtîka, ev belge tevî hebûna Tirkan a di nava DAIŞ'ê û desteka ji bo wan, têkiliya baş a 'cîrantiya' Tirkiye-DAIŞ'ê radixin pêş çavan.

Ji van belgeyan a herî zêde balê dikişîne, sînornenasiya DAIŞ'ê ya ji bo komkujiyan ye: Kirîna balafiran. 

TÎPA BALAFIRÊ

Balafira bi tîpa COSMOS ULP PHASE II a bi işareta TC-UBO, ku Sertîfîkaya Tescîlê ya Balafirê ya bi hejmara 1447 ji Midûriyeta Giştî ya Karên Hewayî ya Sivîl a ser bi Wezareta Ragihandinê ya Komara Tirkiyeyê wergirtiye. Serfîtîkaya ku 24'ê Gulana 2011'an de ji aliyê Cîgirê Alîkarê Midurê Giştî yê Karên Hewayî ya Sivîl G. Betul Dogan ve hatiye îmzekirin, tê gotin ku ji bo firînên portîf dikare bê bikaranîn, ji bo seferên bazirganiyê destûra xwe nîne. Di sertîfîkayê de xwediyê vê balafira bi nûmara 21133 a modela xwe 1995 e, Omer Çelîk e.

OMER ÇELÎK KÎ YE

Li gorî qeyda li Midûriyeta Navendî ya Meletiyê, Omer Çelîk ji taxa Uçgoze yê navçeya Meletî Yeşîlyûrtê ye. Kurê Yilmaz û Beyaz e, di 13'ê Gulana 1988'an de ji dayik bûye. Nûmareya nasnameya Omer Çelîk bi vî rengî ye: 26959877654.

YÊ KIRIYE ÎBRAHÎM GOK

Endamê 'Tirk' ê DAIŞ'ê yê ku balafir kiriye jî Îbrahîm Gok e. Gok ji taxa 19 Mayis a navçeya Edene Yuregîrê ye. Kurê Cûma û Hatîce ye, di 1'ê Hezîrana 1998'an de ji dayik bûye. Nûmaraya nasnameya Gok bi vî rengî ye: 10390450316

Karê firotina balafirê li Noteriya T.C. Darende di 22'ê Tîrmeha 2014'an de hat kirin û îmzeya Notera Darnde Fatma Karabatak li binê belgeyê heye.

AGAHIYÊN DIN ÊN DI PEYMANÊ DE

Di peymanê de tê gotin; ku li gorî belgeya bi hejmara 044104 a bi dema 22'ê Tîrmeha 2014'an, li pêşiya firotin û dewrgirtinê ti astengî nîne. 14 hezar TL ê ku bi awayekî fermî hat nîşandan di heman rojê de hatiye dayîn û balafir jî heman rojê saet di 15:00 de teslîmî xwediyê xwe hatiye kirin.

Taybetmendiyên pîsta balafir lê were bikaranîn bi awayekî nivîskî ji endamê 'DAIŞ'ê yê balafir kiriye, hatiye dayîn.

Piştî transferkirina balafirê li cihê bê bikaranîn, ji endamên Tirk ên DAIŞ'ê re agahiyên montajkirinê bi belgeya bi Tirkî hatiye dayîn. 

ŞÎRKET PARAVAN E, LÊ TEQEMENÎ RASTEQÎN E

Şîrketek ji navenda Meletiyê, di ser Sûriyeyê re fitîlên diteqin firot Urdunê. Hat îdîakirin ku dema mijar di çapemeniya Tirk de hat weşandin, firotin hat sekinandin, lê xuyaye neqliyat hatiye kirin.

"1 mîlyon heb fitîlên diteqin ên ji PETN, ku teqemeniya plastîk e" ku 21.5 ton e li Meletiyê hat barkirin û ji aliyê şîrketeke Tirk ve li Antakyayê radestî gumrukê hat kirin. Li gorî kar û barên fermî, ev madeya teqemeniyê ya mîlyonek heb, wê di Deriyê Sînor ê Cîlvegozê re derbasî herêma di bin kontrola çeteyan a li Sûriyeyê de bê kirin, di ser van herêmên çeteyan re transferî Ammanê bihata kirin. Ya ku îxracatê dike ASR Tradîng Companyê ya li Urdunê ye. Ji bo vê îxracatê jî ji Wezareta Karên Hundir bi awayekî nivîskî destûr hat stendin. Piştî ku madeyên teqemeniyê di 10'ê Hezîrana 2015'an de radestî Midûriyeta Gumrikê ya Antakyayê hatin kirin, Midûriyeta Emniyetê ya Antakyayê di 15'ê Hezîranê de li ser fermaneke ji Enqereyê hat, destûr neda madeyên teqemeniyê di ser Deriyê Sînor ê Cîlvegozu re bê derbaskirin. Biryara Wezareta Milî û Wezareta Karên Derve hincet hat nîşan dan, beyannameya van madeyan hat betalkirin û made radestî şîrketê hat kirin.

Agahiyên ne fermî jî bi vî rengî ye: Rêgeha teqemeniya plastîk PETN a 21.5 ton, Deriyê Sînor ê Cîlvegoz û çeteyên li Sûriyeyê bû. Barê teqemeniyê yê ji aliyê şîrketa Tirk Maxam Anadolû ve hat barkirin, di rêgeha Semsûr-Mereş-Dîlok-Hatayê re derbas bû û di 10'ê Hezîrana 2015'an de birin Gumrika Antakyayê. Teqemeniyên plastîk 5 rojan bi fermana yekîneyên emniyetê hatin ragirtin. Midûriyeta Gumrukê ya Antakyayê destûr neda. Lê belê Enqere ket dewrê û berî 15'ê Hezîrana 2015'an saet 18:00 dema bidawîbûna destûra derbaskirina ji deriyê sînor ê Cîlvegozu, pirsgirêk çareser kir. Şîrketa Tirk, ji bo 1 mîlyon fitîlên teqînê, 578 hezar TL pere di cih de wergirtiye.

FÎRMAYEK BI WÎ RENGÎ NÎNE

Şîrketa ASR Tradîng Company ku weke navendek ofîsê ya ser bi Navenda Bazirganiyê ya li paytexta Urdun Ammanê tê nîşandan, şîrketeke paravan e. Ne navnîşana daye rast e ne jî li Navenda Bazirganiyê ofîsek bi vî rengî heye. ASR Tradîng Companye şîrketeke ku çeteyên li Sûriyeyê ji xwe re derxistine holê û ji bo veguhastina cebilaneyan bi kar tînin.

ŞÎRKETA JI MELETIYÊ

Maxam Anadolû jî şîrkete ji Meletiyê ye. Bi lîderê sektora teqemeniya sivîl a Ewropayê Maxam Europa SA. a Spanyayî, şirîkên hev in. Xwediyê vê şîrketê jî Bekîr Karabakmez, yek ji kesê karên birin û anînê di navbera Fethûllah Gulen û Erdogan de dike, ye.

FITÎLÊ TEQÎNÊ PETN ÇI YE

Fitîlê teqînê, bi pêçandina madeya teqemeniyê PETN (Pentaryhtrol tetranitrate) bi benê ji pemû û plastîkê tê çêkirin. Di nava saniyeyekê de bi lezek ji 8 hezar metreyî diteqe. Bi şêweyekî normal an jî kapsula bi elektrîkê tê teqandin. Dema tê şewitandin nateqe.

DAIŞ'Ê ŞOVA FITÎLÊ TEQÎNÊ KIR

Çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Nînova yê Iraqê, fitîlên teqînê li stuyê 7 kesên bi sîxurê ew sûcdar dikirin girê dabû û teqandibûn. Derket holê ku çavkaniya fitîlên teqînê yên DAIŞ'ê ku di şova înfazê de bi kar tîne, Tirkiye ye.

...