Komeleya Pira Gelan: Deriyên sînor vekin!

Komeleya Pira Sînor bal kişand ser pirsgirêkên penaberan û xwest, deriyên sînor werin vekirin.

Komeleya Pira Gelan a li Îzmîrê dixebite, li Kolana Kibris Şehîtlerî bal kişand ser pirsgirêkên penaberan. Di çalakiyê de hat xwestin, ku ji bo penaber bi awayekî ewle xwe bigihînin Ewropayê deriyên sînor werin vekirin.

Daxuyaniya çapemeniyê ya li vê derê ji aliyê endama komeleyê Gulîstan Sûltan ve hat xwendin.

Sûltan bibîr xist ku her çend di ser şerê hêzên emperyalîst li Sûriyeyê daye destpêkirin 4 sal derbas bûne jî, pêla bi sed hezaran penaberan a bi 'hêviya jiyaneke baştir' a ber bi Ewropayê dewam dike. Sûltan got, "Dewletên Ewropî ku piştî xuyabûna bedenê Alan li peravê, ji ber zexta raya giştî neçar man beşek ji penaberan qebûl bikin. Lê belê ji bo pêla nû ya penaberan, Ewropa gavên derbasbûna bi ewle, navêje."

'PEYMANA DI NAVBERA YE Û TIRKIYEYÊ DE MIRINAN ZÊDE DIKE'

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku li şûna afiranda mercên jiyana însanî, Yekîtiya Ewropa (YE) bi Tirkiyeyê re bazara peymaneke nû ya rê li ber mirina zêdetir a penaberan veke, dike. Di vê bazariyê de herî zêde penaber tên bikaranîn. Di berdêla gera serbest û 3 mîlyar Euro de, Tirkiye wê bibe kampeke mezin a dîlgirtiyan a Ewropayê."