BOG: Hevalê Azîz bû ala şîara têkoşînê ya gelên me

Cenazeyê şervan û fermandarê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (BOG) Azîz Guler (Rasîh Kûrtûlûş) ku li Rojava di dema operasyonek li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dabû, piştî 59 rojan derbasî Tirkiyeyê hat kirin û hat defnkirin.

Cenazeyê şervan û fermandarê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (BOG) Azîz Guler (Rasîh Kûrtûlûş) ku li Rojava di dema operasyonek li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dabû, piştî 59 rojan derbasî Tirkiyeyê hat kirin û hat defnkirin.

Cenazeyê Guler îro li Stenbolê spartin axê.

Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (BOG) bi boneya merasîma cenazeyê daxuyaniyek weşand.

Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî destnîşan kir ku cenazeyê Azîz Guler ji ber îşkenceya faşîzma AKP-DAIŞ’ê 59 rojan li Rojava hatiye sekinandin, diyar kir ku cenazeyê Azîz Guler bi têkoşîna bê navber a şoreşgerên Tirkiyeyê, ji tevahî neteweyan gelên Elewî, Suryanî, Tirk, Kurd, Ereb, Çerkez, Laz, hêzên ked, aştî demokrasiyê û ferdên di refên mirovatiyê de cih girtin gihiştiye Stenbolê ku axa li ser ji dayik bûye û mezin bûye.

Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî tevahî derdorên bi peyvê, çalakiyê tevkarî kirin, têkoşîn kirin, hatin binçavkirin, îşkence dîtîn, hatin girtin, çîna karkeran, kedkar, jin, ciwan û gel silav kirin, bal kişandin ku di rojên digotin, “Kobanê hema hema ket” de, di pêvajoyek êrîşên DAIŞ’ê herî zêde bibû de, Azîz Guler mînakek herî xweşik a piştevaniya enternasyonalîst raber kir, di serî de gelê Kurd piştgirî da tevahî gelên Rojhilata Navîn.

Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî da xuyakirin ku li dijî DAIŞ’ê û tevahî hêzên qirêj ên bi vê çeteyê re di nav hevkariyê de ne ku di bin çengê emperyalîzmê de mezin bûne û dixwazin şoreşa Rojava bifetisînin, Azîz Guler di şerê bajarê Kobanê de cih girt, destnîşan kir ku Azîz Guler azadkirina bajarê Kobanê jî bi tevahî hevrêyên xwe yên ji giştî neteweyan jiyaye.

Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî ragihand ku Azîz Guler ji Cizîrê tevlî pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo ya ku ji bo kantonên Kobanê û Cizîrê bibin yek pêk hatibû, bû û piştevaniya enternasyonalîst mezin kir. Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî bi bîr xist ku Azîz Guler ji roja destpêka ya ku hatiye ser axa Rojava heta kêliya nemir bûye di her çeperên Şoreşa Rojava, bê ku ti rawestekan nas bike di nav şer de cih girtiye.