Li Polonyayê tûra destpêkê ya hilbijartinên serokkomariyê destpê kir
Li Polonyayê ji bo hilbijartina serokkomarê nû dest bi dengdayinê kir.
Li Polonyayê ji bo hilbijartina serokkomarê nû dest bi dengdayinê kir.
Ji bo tûra destpêkê ku 13 namzet tevlî bûne, ji sibeha Yekşemê saet 07:00 û pê ve dengdanê destpê kir. Tê payin ku encamên dawî roja Duşemê bê eşkerekirin.
Favoriyê hilbijartinê jî Şaredarê Varşovayê Rafal Trzaskowski ye ku bi xeta xwe ya alîgirê Yekîtiya Ewropayê tê naskirin.
Li gorî anketên dawî Trzaskowski bi rêjeya ji sedî 30 ê dengan li pêş e.
Namzetê din ê ku tê payin ji tûra duyemîn re bimîne Karol Nawrocki yê dîroknas ê neteweperest e ku rêjeya wî ya dengan ji sedî 25 e.
Tê payin ku tûra duyemîn a hilbijartinê di 1'ê Hezîranê de pêk were.