Aktîvîteyên ‘Ji Rojava heta Pirsûsê şehîdên me banga şoreşê dikin’ didomin
Li paytexta Skoçya Edînbûrg şehîdên meha Mijdarê hatin bibîranîn.
Li paytexta Skoçya Edînbûrg şehîdên meha Mijdarê hatin bibîranîn.
Li paytexta Skoçya Edînbûrg şehîdên meha Mijdarê hatin bibîranîn.
Di merasîma bi rêzgirtinê destpêkir de sînevîzyon hat pêşandan hat kirin. Merasîm bi lîstikên gelerî yên jinên Meclîsa Gelê Kurd berdewam kir.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, ji Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê Gamze Yildiz Toka, Grûp Zelemele, rêveberên Meclîsa Gelê Kurd û rêveberên Komaleya Pîr Sûltan Abdal tevlî aktîvîteyê bûn.
Di aktîvîteyê de wêneyên şehîdên ji Rojava heta Pirsûsê, heta Enqereyê, Tirkiye û Kurdistanê yên nemir bûne û pankart hatin daliqandin. Axaftina destpêkê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag kir û wiha axivî: “Ez tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînim û li hember têkoşîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Şervanên vê erdnîgariyê, gelên Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn, pêşengên wan li hember emperyalîzmê, faşîzmê û komkujeriya DAIŞ’ê bi têkoşînê şehîd ketine.”
Li ser navê Partiya Komunîst a Marksîst Lenînîst (MLKP) Sîbel Ortakkaya axivî û wiha got: “Gelê Kurd di şerê qirêj ê faşîzm pêş dixe de bi dehhezeran şehîd daye û li ser piyan e. Tevî planên komkujiyê yên dewletê jî gelê Kurd ji sekna xwe ya bi rûmet venaqete. Bi jin, ciwan, pîr gelê Kurd mezinkirina têkoşîna bi rûmet didomîne.” Di berdewama axaftina xwe de Ortakkaya got: “Li Tirkiyeyê rewşek şoreşgerî heye. Gel êdî naxwaze wek berê bê birêvebirin.” Herî dawî jî bal kişand ser hêz û girîngiya ku yekîtiya têkoşînê derdixe holê.
Li ser navê Malbatên Pirsûsê Gamze Yildiz Toka jî bi bîranîna şehîdan dest bi axaftina xwe kir, axaftina hêstiyarî li salonê jî kêliyên hestiyar ava kir.
Piştî grûba muzîkê ya Zelemele derket ser dikê çalakî bi dawî bû.