Yuksekdag: Hewldana sûîqestê parçeyek ji konsepta êrîşê ye
Yuksekdag der barê hewldana sûîqestê ya li hemberî Demîrtaş de got, "Parçeyek ji konsepta êrîşa siyasî ya li hemberî partiya me û me ye."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag der barê hewldana sûîqestê ya li hemberî Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş de daxuyaniyek da. Yuksekdag got, "Em ji daxuyaniya Walîtî ya li ser hewldana sûîqestê bawer nakin. Daxuyaniyên saziyên dewletê bi guman in." Yuksekda got, "Hewldaan sûîqestê ya li hemberî Birêz Demîrtaş, parçeyek ji konsepta êrîşa siyasî ya li hemberî partiya me û me ye."
'5 MÎLYON KESÊN DENG DAN HDP'Ê HEDEF HATIN GIRTIN'
Hevseroka Giştî Yuksekdag da xuyakirin, ku terora dewletê dewam dike û bombeya gazê ya li Farqînê li hemberî wê hat bikaranîn bibîr xist. Yuksekdag got, "Yên ku bi çekan gule li me reşandin, neketin ber lêpirsînê. Lêpirsîn li min hat vekirin. Bi gotinên nefretê re her roj li hemberî me atmosfereke tengazariyê diafirînin. Ev yek êrîşeke siyasî ye."
Yuksekdag destnîşan kir ku hewldana sûîqestê ya li hemberî Demîrtaş, êrîşa li hemberî 5 mîlyon kesên dengê xwe dane HDP'ê ye.
ÇI QEWIMÎ BÛ?
Duh êvarê li Amedê, wesayîta meqamê ya Demîrtaş, dema ew bi xwe jî tê de bû, rastî hewldaneke sûîqestê hatibû. Demîrtaş agahî da ANF'ê û got, "Li cama paşê ya wesayîta meqamê ku fîşek tê re nare, li berberî serî, şopa fîşekê hat tespîtkirin."
Demîrtaş da xuyakirin, ku piştî ew ji wesayîtê daketin, parêzvanên wî, şopa fîşekê dîtine.