Serokê Meclîsa Tirkiyeyê hat hilbijartin

Di tûra sêyemîn a dengdana ji bo Serokatiya Meclîsa Tirkiyeyê, bi 316 dengan namzetê AKP’ê Îsmaîl Kahraman hat hilbijartin.

Di tûra sêyemîn a dengdana ji bo Serokatiya Meclîsa Tirkiyeyê, bi 316 dengan namzetê AKP’ê Îsmaîl Kahraman hat hilbijartin.

Di yekemîn û duyemîn tûrên hilbijartina ji bo Serokatiya Meclîsê ku ti namzet nehatin hilbijartin, di tûra sêyem de namzetê AKP’ê Îsmaîl Kahraman bi 316 dengan bû Serokê Meclîsê. Di tûra sêyemîn de namzeta CHP’ê Gulsun Bîlgehan 125, namzetê HDP’ê Dengîr Mîr Mehmet Firat 41, namzetê MHP'ê Yusuf Halaçoglû 40 deng wergirt.

Piştî hilbijartina Serokê Meclîsê, Meclîs heta 24’ê Mijdarê roja Sêşemê saet 14.00’an hat girtin.