Qurbaniyên komkujiya li Enqereyê li Bensheîmê hatin bîranîn

Li bajarokê Bensheîm ê Elmanyayê, mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Li bajarokê Bensheîm ê Elmanyayê, mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê ya ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat organîzekirin, bi beşdariya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Navenda Çanda Elewiyan, Mala Gel a Darmstadtê û ATÎF Mannheîmê pêk hat.

Hevşaredara Navçeya Mersîn Akdenîzê Yuksel Mûtlû, Şaredara Berê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn jî tevlî bû. Mûtlû di axaftina xwe ya li vir de got, "Di dema komkujiya li Enqereyê de ez li Elmanyayê bûm. Li malbata ku em lê mêvan bû, pê hesiyam. Eger wê rojê ne li vir bûma, ez ê di nava meşa aştiYê ya li Enqereyê de bûma. Em li pêşberî bîranînên şehîdên komkujiya Enqereyê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Hînê xemgîniya ji ber komkujiyê dewam dike. Çawa ku li Pirsûsê aştîxwazên pêlîstok dibirin ji zarokên Kobanê hatin qetilkirin, flamayên aştiyê li Enqereyê jî bûn kefenê aştîxwazan. Weke Kurd û Elewî divê em xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin û bi hev re tevbigerin. Di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, em ê bimeşin. Em ê li hemberî ti komkujiyê bêdeng nemînin."

Şaredara berê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn jî bi bîranîna qurbaniyên komkujiya Enqereyê re dest bi axaftina xwe kir û got, "Çawa ku me li Kerbela canên xwe ji dest dan, komkujiyên Pirsûs, Enqere, Nisêbîn û gelemperiya Kurdistanê ji Kerbela ne cuda ne." Şahîn ragihand ku ew ê serî li ber zaliman netewînin û da zanîn ku weke HDP'ê wan bendên zilmê hilweşandine.

...