Biryarên 'dadgehên dek û dobalan' ên li ser KCK'ê hînê derbasdar in

Dadgehên Xwedî Erka Taybet, piştî operasyonên 17-25'ê Kanûnê ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve weke 'dadgehên dek û dobalan' hatibûn pênasekirin û ev dadgeh hatin girtin. Lê belê biryarên dan dadgehan ên li ser KCK'ê hînê derbasdar in.

Dadgehên Xwedî Erka Taybet, piştî operasyonên 17-25'ê Kanûnê ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve weke 'dadgehên dek û dobalan' hatibûn pênasekirin û ev dadgeh hatin girtin. Lê belê biryarên dan dadgehan ên li ser KCK'ê hînê derbasdar in. 

Piştî girtina Dadgehên Xwedî Erka Taybet, dozên Ergenekon, Balyok û fenan, ji Dadgeha Destûra Bingehîn vegeriyan û ji nû ve hatin nirxandin. Di ji nû ve darizandinê de li van hemû dozan biryarên beraetê hatin dayîn.

Lê belê di dozên KCK'ê de, biryarên Dadgehên Xwedî Erka Taybet derbasdar tên hesibandin û cezayên giran li girtiyên ji ber vê dozê tên birîn. Doza bingehîn a KCK'ê ya li Wanê hat dîtin, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, li 2 bersûcên ji doza KCK'ê cezayên giran hat birîn. Herî dawî li koma ku Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan û Parlamenterê berê yê Wanê Selamî Ozyaşar jî di nav de hene, bi sûcdariya 'endametiya rêxistinê' 6 sal 8 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

Der barê van biryarên Dadgehên Xwedî Erka Taybet ên hatin girtin de, ji bo doza 'Çapemeniyê ya KCK'ê serlêdan hat kirin, lê hînê biryar nehatiye dayîn. Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a di doza çapemeniyê de, wê ji bo dozên din ên KCK'ê bibe mînak.

Hiqûqnasên mijar ji ANF'ê re nirxandin, bal kişandin ser cotstandartiyê.

'BIRYARÊN DADGEHÊN XWEDÎ ERKA TAYBET, LI DIJÎ HIQÛQÊ NE'

Ji parêzerên Baroya Wanê Cemal Demîr bibîr xist, ku bi tespîta 'Dadgehên Xwedî Erka Taybet, dek û dolab gerandine, bi awayekî adîl darizandin nekirine' hatine girtin û got, "Tevî ku tespîteke bi vî rengî heye jî, biryarên van dadgehan ên li hemberî KCK/PKK'ê nayên betalkirin û bi heman rengî darizandin dewam dike. Di dozên Ergenekon, Balyoz, Cubellî Ahmet û Fenan de, beraet aht dayîn. Dadgeha Bilind biryar da ku ev hemû darizandin bên betalkirin. Normal biryarên van dadgehan li hemberî hiqûqê ne."

Demîr da xuyakirin ku ew li benda biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a li ser doza çapemeniyê ne û got, "Li hemberî cotstandartiya heyî, xebat tên meşandin Gelek kesan bi awayekî şexsî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane. Hemû biryarên van dadgehên hatine girtin, li dijî hiqûqê ne."

ÇELÎK: HIKÛMET DOZÊN 'KCK' LI DIJÎ KURDAN BI KAR TÎNE

Ji parêzerên kesên di dozên KCK Stenbolê de tên darizandin Feyzî Çelîk da zanîn ku ev cotstandartî ne ji ber qanûnan, ji ber hesabên polîtîk ên hikûmetê pêk tê û bibîr xist ku Dadgeha Destûra Bingehîn diyar kir ku di dozên Ergenekon, Balyoz û Fenên di Futbolê de hiqûq hatiye binpêkirin û bi ji nû ve nirxandina wan re biryara beraetê hat dayîn. Çelîk got, "Heman rewş ji bo dozên KCK'ê jî derbas dibe. Lê belê dewlet di vir de yekalî tevdigere, cihêkariyê dike. Heman binpêkirin di dozên KCK'ê de jî hatin kirin. Li dijî cemaetê bi Ergenekonê re hevkariyek tê kirin. Di vê mijarê de, ji ber ku dewletê di pêvajoya çareeriyê de paşve gav avêtiye, biryarên van dadgehan li hemberî Kurdan bi kar tîne. Eger pêvajoya çareseriyê bi pêş de biçûya, ev doz dikarîbûn bihatina rakirin. Ji bo tengavkirina siyaseta Kurd van biryaran bi kar tîne. Di dozên KCK'ê de hesasiyeta pêwîst nayê nîşandan. Divê bi taybetî li parlamentê bê nîqaşkirin."