Ji bo ‘komkujiya Enqereyê’ wê giliyê Serokwezîr bê kirin
Têkildarî komkujiya Enqereyê KESK, DÎSK, TTB û TMMOB wê sibê giliyê Serokwezîr Ahmet Davûtoglû bikin.
Têkildarî komkujiya Enqereyê KESK, DÎSK, TTB û TMMOB wê sibê giliyê Serokwezîr Ahmet Davûtoglû bikin.
Têkildarî roja 10’ê Cotmehê ku li hember “Mîtînga Aştiyê” komkujî pêk hatibû KESK, DÎSK,TTB û TMMOB wê sibe li Edliyeya Enqereyê li Serdozgeriya Komarê gilî bikin. Hate diyarkirin ku gilî bi rayedarên emniyetê û Wezareta Karên Hundir re sînordar namîne, wê Davûtoglû jî bigire nav xwe.
Der barê mijarê de Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen agahî da, diyar kir ku piştî komkujiyê daxuyaniyên Serokkomar Tayyîp Erdogan, Davûtoglû û hin wezîran kirine sûcên raya giştî ne û wiha got: “Em ê giliyê Serokwezîr, Wezîrê Karên Hundir û gelek burakratan bikin.”