ROJANE
Hemû Nûçe
-
Qetilkirina Elçî li Parîsê hat protestokirin
Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li paytexta Fransa Parîsê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat protestokirin. -
Qetilkirina Elçî li Dusseldorfê hat protestokirin
Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi girseyî hat protestokirin. -
Medya cîhanê cihekî berfireh da qetilkirina Elçî
Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP), Reusters a Îngilîz, Associated Press a Amerîkayê, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî weke nûçeya lezgîn gihand aboneyên xwe. -
Kê fermana mirina Tahîr Elçî nivîsand?
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Amedê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, piştî gotina xwe ya, “PKK ne rêxistineke terorê ye” ji aliyê AKP û medyaya wê ve hedef hatibû nîşandan. -
Serokwezîrê berê yê Fransa: Petrola DAIŞ'ê yekser diçe rafîneriyên Tirkan
Serokwezîrê berê yê Fransa Françoîs Fîllon destnîşan kir ku hema hema tevahî petrola DAIŞ’ê yekser diçe rafîneriyên Tirkan. -
Baroya Amedê: Sûîqest li Elçî hat kirin
Baroya Amedê, li ser qetilkirina serokê xwe Tahîr Elçî ya di dema dayîna daxuyaniya çapemeniyê de, daxuyaniyeke kurt weşand. -
Rapora otopsiya destpêkê piştrast dike ku Elçî ji aliyê polîs ve hatiye înfazkirin - HAT NÛKIRIN
Endamê Desteya Rêveber a Baroya Amedê Cihan Îpek piştî otopsiya cenazeyê Tahîr Elçî li ber deriyê morgê daxuyanî da. -
HDP: Tahîr Elçî di encama polîtîkayên AKP'ê de hat qetilkirin
HDP'ê nerazîbûneke tund nîşanî qetilkirina Tahîr Elçî da û destnîşan kir ku ev yek sûîqesteke plankirî ye. HDP'ê bang li partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl kir, ku dengê xwe bilind bikin û nerazîbûnê nîşan bidin. -
'Qetilkirina Tahîr Elçî bi plan e'
Parêzer Ercan Kanar qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî wek êrîşek bi plan nirxand, destnîşan kir ku hedefgirtina serokê baroyê yê herî mezin ê herêmê têkildarî polîtîkayên şerê hundir ê AKP’ê ne. -
Polîsên Tirk ên li nava kolanên Amedê belav bûn êrîşî gel dikin!
Girseya gel a ku piştî qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî xwest daxuyaniyê bide çapemeniyê, rastî êrîşa polîsên Tirk hat. -
ÎHD: Bi qetilkirina Tahîr Elçî re gef li her kesên li mafê xwe digerin xwarin!
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji aliyê polîsên Tirk ve, ji ANF'ê re nirxand. -
Li Sêweregê 10 kes hatin binçavkirin
Li navenda navçeyê û taxên Sêweregê, di serdegirtinên malan de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin. -
Li Amedê polîsan gule li gel reşandin
Li navçeya Sûrê, piştî daxuyaniya çapemeniyê ya Baroya Amedê li ser tehrîbkirina minareya çar ling, hêzên dewleta Tirk gule li gel û girseya daxuyanî da çapemeniyê reşand. -
Bîehl: HDP'ê pêşî li serdestiya AKP'ê ya li Meclîsê girt
Nivîskar, hunermend û tercûman Janet Bîehl diyar kir ku HDP'ê bi desteka ji çepa demokratîk a Tirk re serketineke girîng bi dest xistiye û destnîşan kir, ku bi vê serketina HDP'ê re AKP'ê yekemcar serdestiya xwe ya li Meclîsê winda kiriye. -
Li Silopiyayê ciwanek ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin
Li Silopiyayê, ciwanê bi navê Nasîp Yeşîl ê li ser banê xaniyê xwe bi telefonê diaxivî, ji ber gulereşandina polîsan jiyana xwe ji dest da. -
Li Geverê polîsan êrîşî gel kirin: 3 kes bi giranî birîndar bûn
Li navçeya Colemêrg Geverê, polîsan û tîmên taybet duh nîvê şevê tevî bi dehan wesayîtên zirxî êrîşî taxên Yeşîldere û Dize kirin. -
Li Elmanyayê meşên ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê
Li bajarên Elmanya Koln, Dortmûnd, Stûttgart û Essenê meş hatin lidarxistin û di salvegera 37. a damezrandina PKK'ê de bang li Elmanyayê hat kirin ku qedexeya li ser PKK'ê rake. -
Hunermendê Kurd li Romayê hat binçavkirin
Hunermendê Kurd Farqîn (Yilmaz Dunen) ê ji bo tevlî pîrozbahiya salvegera damezrandina PKK’ê bibe hat paytexta Îtalya Romayê hat binçavkirin. -
Rûsya mûafiyeta vîzeyan a Tirkiyeyê sekinand
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov diyar kir ku pêkanîna mûafiyeta vîzeyan a bi Tirkiyeyê re sekinandine. Lavrov wiha got: “Her diçe pirsên têkildarî nêta rast a Enqereyê li cem Rûsyayê zêdetir dibe.” -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Ermenîstanê hat pîrozkirin
37. salvegera damezrandina PKK'ê li paytexta Ermenîstan Êrîvanê hat pîrozkirin. -
Di nava malzemeyên dewletê li Nisêbînê li dû xwe hişt de nasnameyeke balkêş!
Li Nisêbînê, di nava malzemeyên ku hêzên dewletê li dû xwe hiştin de, nasnameya kesekî ji Sûriyeyê hat dîtin. -
HDP'ê xwest bazirganiya petrolê ya navbera Tirkiye û DAIŞ'ê bê lêkolînkirin
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê û Parlamenterê HDP'ê Îdrîs Balûken xwest, li ser bazirganiya petrolê ya navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de Meclîs lêkolînê bide destpêkirin. -
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê: Qemyonên bi barê petrolê yên DAIŞ'ê diçin Tirkiyeyê
Fabîûs ku di mijara Tirkiyeyê de bi îhtiyadkarî tevdigere, qebûl kir ku petrola DAIŞ'ê diçe Tirkiyeyê. -
Ji ANF'ê bangewazî
Di medya civakî de li ser navê ajansa me bi dehan hesap hatine vekirin. Nûçeyên ne yên me, li van hesaban tên weşandin. Ji ber vê yekê me pêwîstî pê dît, ku navnîşanên medya civakî yên fermî yên ajansa me, careke din parve bikin. -
Boteke din a koçberan binav bû: 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan
Boteke lastîk a penaber tê de bûn û ji Ayvacik a Çanakkaleye berê xwe da Yewnanîstanê, nîvê şevê binav bû. Di bûyerê de, cesedên çar zarokan hat dîtin.