Li Nisêbînê êrîşên dijwar û sewqiyata leşkerî didome

Li Nisêbînê ku ‘qedexeya derketina kolanan’ didome, hêzên dewletê li hember taxan bi awayekî dijwar êrîş dikin.

Li Nisêbînê ku ‘qedexeya derketina kolanan’ didome, hêzên dewletê li hember taxan bi awayekî dijwar êrîş dikin.

Êrîşen dijwar ên duh êvarî destpê kirin, hê jî didomin. Bi danê sibehê re bi awayekî zêde li taxan sewqiyata leşkerî hat kirin.

Qedexeya derketina kolanan a li Nisêbînê ku li Kurdistan û Tirkiyeyê qedexeya herî dirêj e, di roja 12’emîn de didome.

Êrîşên hêzên dewletê ku duh danê êvarî zêde bûn, bi taybet li hember taxên xwerêveberî hatine îlankirin yên Firat, Dîcle û Yenîşehîr dan ber tankan. Heman tax, ji aliyê wesayîtên zirxî yên Akrep, Kobra û Ûral tên gulebarankirin.

MIRÎ Û BIRÎNDAR HENE

Niştecihên taxan jî bi xweparastinê bersiv didin êrîşan. Gelek ambulans û wesayîtên cenazeyan ku tevahiya şevê ketin taxên rastî êrîşan tên, hat ragihandin ku mimkun e mirî û birîndar hebin.

Danê sibehê gelek wesayîtên zirxî, bi sedan leşker û tîmên taybet sewqî taxan hatin kirin.

Van kêliyan li hemberî taxên Firat, Dîcle û Yenîşehîr êrîş didomin.