Şehîd Jêhat Gever li Liegeyê hate bîranîn

Li bajarê Liege yê Belçîkayê, şehîd Jêhat Gever bi civînekê hate bîranîn.

Bi sedan Kurdistanî li salona Komeleya Kurd a bajarê Liege kom bûn. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Bi navê Saziya Malbatên Şehîdan a Kurdistanê ya li Belçîkayê Yadê Sûltan axivî. Piştre jî peyama Saziya Malbatên Şehîdan hate xwendin.

Di civînê de sînevîzyonek li ser şehîd Jêhat Gever hate nîşandan.

Piştre Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar qala kesayetiya şehîd û dilnizmiya wî kir. Aydar bal kişand ser pêvajoa heyî û got, "Her aştî û pêngavên aştiyê werin avêtin ew bi saya serê van şehîdane û nabe şehîd werin ji bîr kirin."

Li ser navê malbatê Heval Mamo axivî û sersaxî ji hemû gelê Kurd re xwest.

Her wiha ji Civaka Îslamî ya Kurdistanê Hafiz Tûrhalli û Hevserokê FEDA'yê Demîr Çelîk axivîn û peyamên girîng da.

Bîranîn bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.