HBDH: Altûn û Kaytan şehîdên tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî ne

Komîteya Rêveber a HBDH'ê: Hevrê Alî Haydar Kaytan (Fûat) û Riza Altûn bi keda li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nirxên mezin afirandin. Ev hevrê di heman demê de şehîdên tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî ne.

Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) de hate gotin, "18'ê Gulana 1973'an têkoşîn û îradeya abîdeya rûmetê Îbrahîm Kaypakkaya ya li zindana Amedê teslîm nebû, mîna doh îro jî rêya me ronî dike. Her wiha berxwedan û îradeya kadroyê pêşeng ê PKK'ê rêberê şoreşger Hakî Karer ku 18'ê Gulana 1977'an de li Dîlokê şehîd bû, Halîl Çavgûn ku 18'ê Gulana 1978'an şehîd bû, Çaran ên 18'ê Gulana 1982'an li zindana Amedê li dijî teslîmiyetê bedena xwe dan ber agir Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner îro jî rê nîşanî me şopdarên wan dide."

ÎBRAHÎM KAYPAKKAYA

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku yek ji rêberên komunîst şoreşger ên pêngava 71'ê Îbrahîm Kaypakkaya ku birîndarî hate girtin, ji aliyê dewleta Tirk ve êşkence lê hate kirin û li zindana Amedê bi nermerdane hate qetilkirin.

HBDH'ê diyar kir ku Îbrahîm Kaypakkaya di şoreşgeriya pratîkî de li ku derê berxwedan hebûya ew li wir bû û got, "Hevrê Îbrahîm Kaypakkaya li gel biryardariya şoreşgerî û têkoşînê, bi tespîtên xwe yên teorîk, bi rexneyên xwe yên li ser Kemalîzmê û nêzîkatiyên xwe yên li pirsgirêka Kurd, di nava tevgera şoreşger a Tirkiyeyê bû xwedî cihekî xweser." Bi dewamî hate ragihandin ku nirxandina bi berfirehî û şênber a têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd yekemcar ji aliyê Îbrahîm Kaypakkaya ve hate kirin.

Her wiha hate gotin "HBDH ji damezrandinê û vir ve xwe dispêre mîrateya şoreşgeriya 71'ê. Îbrahîm Kaypakkaya yek ji nûnerên herî girîng ê şoreşgeriya 71'ê. Em îro wî û şoreşgerên din ên di 18'ê Gulanê de nemir bûn bi bîr tînin. Weke Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî em careke din destnîşan dikin ku heta dawiyê dilsozê bîranîna Îbrahîm Kaypakkaya û şoreşgerên din bin.

HAKÎ KARER

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Hevrê Hakî Karer ku Tirkekî ji Derya Reş bû, di 18'ê Gulana 1977'an de nemir bû. Zanîbû ku bêyî azadiya gelên bindest nikare çarenûsa xwe pêk bîne, tevlî nava refên azadiyê yên Kurd bû û çarenûsa xwe bi ya gelê Kurd û têkoşîna wê ya azadiyê re kir ye. Hakî Karer enternasyonalîzma bêhempa di kesayetiya xwe de afirand û mîrateyek ji yên piştî xwe re hişt. Raperîna xwe ji Derya Reş gihand Kurdistanê, bi raperîna Kurdan re kir yek û di navbera Derya Reş û Kurdistanê  ne tenê bû pir a enternasyonal, di heman demê de rêya raperîn û berxwedana rizgariya ji zilm û mêtingeriyê nîşanî gelê Tirk da. Hevrê Hakî Karer ku herî zêde xebitî, ked da û alîkarî da her kesî di kevneşopiya berxwedêrî û şoreşgeriyê ya Gulanê de hem ji bo gelê Tirk hem jî ji bo gelê Kurd bû navê rizgariya ji zilm û mêtingeriyê.

ÇARAN

Çaran ku dan ser şopa rêberên şoreşger ên berî xwe di 18'ê Gulana 1982'an de li zindana Amedê li hemberî teslimiyetê bedena xwe dan ber agir û li hemberî teslîmiyetê ala berxwedan û têkoşînê bêtirs hildan. Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Necmî Oner û Mahmût Zengîn ku weke Çaran derbasî nava dîroka me ya şoreşgerî bû, ala pêşengên beriya xwe ya li dijî xiyanet, tslîmiyet û êrîşên mêtingeriyê bi rûmet bilind kirin. Li dijî zextên faşîzmê yên tarîtiya 12'ê Îlonê, bûn meşaleya berxwedanê. Çaran di heman demê de li hemberî teslîmiyet û îmha, înkarkirina neteweya Kurd dirûşma serketinê bi agirê di bedena xwe de xistin pratîkê û mîrateyek ji şopdarên xwe re hiştin.

ALÎ HAYDAR KAYTAN - RIZA ALTÛN

Ji şopdarên vê mîrateyê, hevrê Alî Haydar Kaytan (H. Fûat) û Riza Altûn ku beriya demeke kurt şehadeta wan hate ragihandin, bi keda ku di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de dan nirxên mezin afirandin. Ev hevrê di heman demê de şehîdên tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî ne."

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku berxwedan û biryardariya Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Çaran, Heval Fûat û Riza Altûn di têkoşîna wan a azadî, şoreşê û sosyalîzmê de dewam dike.