Li Geverê qedexe rabû
Qedexeya derketina derve ya li Geverê, ku 4 rojan dewam kir, di encama berxwedana Kurdistaniyan de hat rakirin.
Qedexeya derketina derve ya li Geverê, ku 4 rojan dewam kir, di encama berxwedana Kurdistaniyan de hat rakirin.
Qedexeya derketina derve ya li Geverê, ku Walîtiya Colemêrgê di 20'ê Mijdarê saet di 20:00 de îlan kir, di roja 4. de hat rakirin.
Danê sibehê bi anonsên ji hoparlorên mizgeftan û wesayîtên zirxî hat ragihandin, ku qedexe hatiye rakirin.
Di nava 4 rojên derketina derve hat qedexekirin de, di encama êrîşên polîsên Tirk de welatiyên bi navê Mehmet Reşît Arici û Naîm Noyan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.