Tîmên taybet li Geverê jinek birîndar kirin
Li Geverê, welatiya bi navê Asiye Yalçin ku ji bo xweliya sobeyê birijîne derket ber deriyê xwe, bû hedefa guleyên tîmên taybet û ji pişt û milê xwe birîndar bû.
Li Geverê, welatiya bi navê Asiye Yalçin ku ji bo xweliya sobeyê birijîne derket ber deriyê xwe, bû hedefa guleyên tîmên taybet û ji pişt û milê xwe birîndar bû.
Li navçeya Colemêrg Geverê, kêliyek beriya rakirina qedexeya derketina derve ya 4 rojan dewam kir, tîmên taybet ên Tirk gule berdan mirovek din û ew birîndar kirin. Asiye Yalçin saet di 06:00 de ji bo xweliya sobeyê birijîne derket ber deriyê xwe, lê belê bû hedefa guleyên tîmên taybet ên ji wesayîta zirxî ya bi tîpa Kobra hat reşandin. Di êrîşê de Yalçin ji pişt û milê xwe birîndar bû. Piştî ku polîsan nehiştin ambûlans xwe bigihîne cihê bûyerê, malbata Yalçin li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê geriya.
Lê belê emniyetê bersiva "Bihêlin bila li wir bimire, hûn terorîstan ji mala xwe derxînin" da malbatê. Malbatê bi wesayîteke sivîl Yalçin rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Piştî mudaxleya destpêkê ya li vê derê Yalçin divê sewqî Wanê bê kirin, lê belê ji ber ku ambûlans nîne li Geverê tê sekinandin.
Tîmên taybet ên Tirk, di tevahiya şevê de gule li kolan û taxan reşandin. Bi taybetî li gelek malên li taxên Gungor û Cûmhûriyetê reşandin.