Nûçeya Lezgîn: Heyeta DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket

Kaytan û Altûn li Torontoyê hatin bîranîn

Ji kadroyên damezrîner ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Torontoyê hatin bîranîn.

Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li bajarê Toronto yê Kanadayê bi merasîmeke girseyî hatin bîranîn.

Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a li Torontoyê bi pêşengiya Meclîsa Civaka Kurd a Kanadayê pêk hat û nûnerên gelek saziyan û bi sedan kes tevlî bûn. Salona bîranînê bi wêneyên Altûn û Kaytan û kulîlkan hate xemilandin.

Merasîmê di şexsê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Kanadayê di destpêkê de axivîn.

Hevserokan diyar kirin ku bersiva herî mezin a li şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn xwedîderketina li mîrateya wan e.

Di bîranînê de sînevîzyon li ser jiyan û têkoşîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate nîşandan.

Di bîranînê de tim û tim dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.