Demîrtaş li hember hewldana sûîqestê gilî kir

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş der barê hewldana sûîqestê ya li hember xwe gilî kir.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş der barê hewldana sûîqestê ya li hember xwe gilî kir.

Demîrtaş di daxwaznameya xwe ya da Serdozgeriya Komarê ya Amedê de diyar kir ku kesên nasnameya wan nediyar sûcê “Hewldana bi qestî kuştina mirovan” kirine.

Di daxwaznameyê de ev xisûs hat diyarkirin:

"22.11.2015 saet nêzî 18.00’an muwekîlê me Demîrtaş dema li navçeya Kayapinar a Amedê bû, polîsên di parastina Demîrtaş di wesayîta zirxî ya bi plaqaya 21 EL 114 jê re hatiye tehsîskirin li pişt qoltûxê meqam di rêza serî de ku şopek dîtine, lêpirsîna li hember muwekîlê hewldaneke sûîqestê heye yan na bûye mecbûriyetek”

'JIYANA HEVSEROKÊN ME YÊN GIŞTÎ HATIN HEDEFGIRTIN'

Di daxwaznameyê de têkildarî polîtîkayên cezanekirina sûcên li dijî HDP’ê jî ku hat destnîşankirin, êrîşa li Farqînê ya li dijî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag hat bibîrxistin. Di daxwaznameyê de wiha hat gotin: “Di her du bûyeran de jî êrîşên li hember Hevserokên Giştî yên HDP’ê dişibin hev, ev bi awayekî pir zelal jî tê dîtin. Pir aşkera ye ku jiyana Hevserokên Giştî yên HDP’ê tên hedefgirtin.”

'EM GUH NADIN DAXUYANIYA WALÎTIYÊ'

Di daxwaznameyê de têkildarî daxuyaniya Walîtiyê jî wiha hat gotin: “Di bûyera dawî de daxuyaniya ku li hember Demîrtaş êrîş pêk nehatiye ji aliyê Walîtiyê bi awayekî seranser hatiye kirin.” Di berdewama daxwaznameyê de ev xisûs hat diyarkirin: “Di mijarek wiha girîng de em daxuyaniya Walîtiyê wek nixumandina sûc û li hember îdîayek wek sûîqestê jî ne cîdî dinirxînin.”

Di daxwaznameya gilî de hat xwestin ku kesên hewl dane sûîqestê pêk bînin bên tespîtkirin û der heqê wan de doza raya giştî bê vekirin.