Komkujiya Enqereyê li Zurîchê hat protestokirin

Li bajarê Zurîchê, bi wesîelya 40 rojiya Komkujiya Enqereyê qurbanî hatin bîranîn.

Li bajarê Zurîchê, bi wesîelya 40 rojiya Komkujiya Enqereyê qurbanî hatin bîranîn.

Li bajarê Swîsre Zurîchê, di roja 40. de qurbaniyên Komkujiya Enqereyê hatin bîranîn. Di şexse Ebrû Mavî de hemû şehîdên Enqereyê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatin bîranîn. Tevî Kurdistaniyan malbata Mavî, nûnerên PYD, MLKP, SKYP û dostên wan beşdarî bîranînê bûn.

Di bîranînê de pankarta bi nivîsa  "Şehîdên aştiyê rûmeta me ne" vekirin û dirûşmên "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.

Di çalakiyê de komkujiyên li Enqere, farqîn, Lice, Nisêbîn û li gelemperiya Bakurê Kurdistanê hatin protestokirin.

...