YPG: 20 çete hatin kuştin, 2 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku li herêmên Eyn Îsa Sirrin êrîşên çeteyan hatine şikandin, 20 çete hatine kuştin û wesayîteke tonek teqemenî lê barkirî, hatiye desteserkirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku li herêmên Eyn Îsa Sirrin êrîşên çeteyan hatine şikandin, 20 çete hatine kuştin û wesayîteke tonek teqemenî lê barkirî, hatiye desteserkirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku li herêmên Eyn Îsa Sirrin êrîşên çeteyan hatine şikandin, 20 çete hatine kuştin û wesayîteke tonek teqemenî lê barkirî, hatiye desteserkirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“Di 21’ê Mijdarê de di navbera saetên 14.00 û 16.00’an de çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundê Mexîra ya nêzîkî bajaroka Eyn Îsa ya giredayî Kobanê bi çekên giran êrîşek li dar xistin.
Di 21’ê Mijdarê di navbera saetên 11.00 û 12.30’an de çeteyên DAIŞ’ê ji nêzîkî gundê El Hayşê ya dikeve rojhilatê bajaroka Eyn Îsa ya giredayî Kobanê bi çekên giran êrîşî çeperên hêzên me kirin.
Di 22’yê Mijdarê di navbera saetên 08.00 û 10.00’an de çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundê Şikeyf a giredayî bajaroka Sirîn a giredayî Kobanê bi çekên giran êrîşek lidar xistin.
Di 22’yê Mijdarê di derdora saet 10.00’an de de çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundê Mixêra ya giredayî bajaroka Eyn Îsa ya giredayî Kobanê bi çekên giran êrîşek lidar xistin.
Di 22’yê Mijdarê di navbera saetên 18.00 û 19.00’an de, dîsa saet di 21.00’an de çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên li başûrê bajaroka Cerablûs bi çekên giran û topên hawanan êrîş birin ser gundê Qereqozax a dikeve başûr rojavayê Kobanê.
Di 22’yê Mijdarê de hêzên me li derdora saet 16.00’an de li dijî gundê Xirbitheldê ya dikeve rojavayê bajaroka Eyn Îsa ya giredayî Kobanê, saet di 20.30’an de jî li derdora gundê Mixêra ya li heman herême bi hêzên koalîsyonê ve bi awayekî koordîne li dijî çeteyan operasyonek hevbeş lidar xistin. Di encama vê operasyonê de 20 endamên çeteyan hatin kuştin, 2 maşîne jî hatin ruxandin.
Di 22’yê Mijdarê di saetên şevê de hêzên me di navbera bajaroka Eyn Îsa û çiyayê Kizwanan de operasyonek lidar xistin. Di operasyona ku herêma dikeve navbera çerxarêya Mebrûka û navenda Kehrebê hedef digirt de maşînekî bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ’ê hatiye bidestxistin. Di maşîneyê de toneke teqemenî, dûrbîneke termal û kleşek a çeteyan hatine bidestxistin.”