Ev du roj in Bruksel di alarmê de ye

Li paytexta Belçîka Brukselê, bi fikara êrîşên weke li Parîsê rû bidin gelek kes ji malên xwe dernakevin. Li bajêr ku alarm derketiye asta herî jor, duh bi şev restaurant û bar zû hatin girtin.

Ji bo dîtina çeteyê DAIŞ’ê Salah Abdeslam ê têkildarî êrîşên li hember Parîsê ku 130 kesî jiyana xwe ji dest da, operasyon didomin. Li kolanan leşker digerin.

Êvara Înê li bajêr asta alarmê hatibû bilindkirin, metro hatibû girtin, ji bo kes neçe navendên kirînûfirotê û salonên konserê bang hatibûn kirin. Serokwezîrê Belçîka Charles Michel gotibû: “Îstixbarata teqez heye ku hin kesên çek û teqemeniyên wan hene plan dikin ku di heman wextî de li çend nuqteyan êrîşan pêk bînin."

Seferên metro yên ji ber alarmê hatibûn rawestandin duh piştî nîvro destpê kirin.

Li gel vê li hember bûyerên şîdetê Belçîka pakêteke ewlekariyê ya nû kir rojeva xwe. Li gor vê 24 serdegirtin û lêgerînên malan dikarin bên kirin. Ji bo kesên li derveyî welêt tevlî şer û pevçûnan bûne cezayê hepsê dikare bê dayîn. Alimên olî yên gotinên nefretê bi kar tînin dikarin bên dersînorkirin. Cihên olî yên bê ruxset û sîteyên înternetê yên gotinên nefretê parve dikin dikarin bên girtin.