Li Îzmîrê gelek birîndar û binçavkirî hene
Polîsên Tirk êrîşî girseya ku dixwest li Îzmîrê daxuyaniya çapemeniyê bede kir. Gelek birîndar û binçavkirin hene.

Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Tirkiye û Kurdistanê belav dibe. Îro jî li Îzmîrê Meclîsa Aşitiyê ya Îzmîrê, Kongreya Jinên Azad (KJA) û nûnerên TAYD-DER'ê di çarçoveya kampanyaya "Bila muzakere destpê bike, ji birêz Ocalan re azadî" ji ber Konak Pîer heya Sumerbanka kevin meşiya. Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek û Rêvebirên HDP'ê jî tevlî meşê bûn. Piştî ku meş destpê kir rêya girseyê ji aliyê polîsan ve hate girtin û girse rastî êrîşa bi ava şid, bombeyên gazê û guleyên plastîk bûn.
Piştî êrîşa polîsan pevçûnên ku derketin li sikakan belav bû.