ROJANE
Hemû Nûçe
-
2 kes hatin girtin, 18 kes hatin binçavkirin
Êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî gelê li bajarên Bakurê Kurdistanê dewam dikin. Di operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP'ê tên meşandin de 2 kes hatin girtin, 18 kes jî hatin binçavkirin. -
Li Derya Egeyê 8 koçberan jiyana xwe ji dest dan, 14 winda ne
Keştiyek ji penaberan a ji Dîkîlî ya Îzmîrê diçû Yewnanîstanê, li Derya Egeyê binav bû. Di bûyerê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane, 14 kes jî windan e. -
Ersanli: Parçebûn ne bi xweseriyê, bi şîdeta dewletê dibe
Profesor Buşra Ersanli rewşa dawî ya li Kurdistanê, daxwaza xweserî/xwerêveberî ya tevger û gelê Kurd ji ANF'ê re nirxand. Ersanli destnîşan kir, ku xwerêveberî, ji bo rêvebirina xwe bi xwe ya mirovan, rêbazeke hemdem e. -
Qetilkirina jinên şoreşger li Hambûrgê hat şermezarkirin
Qetilkirina du jinên şoreşger li Stenbolê ji aliyê polîsên Tirk, li bajarê Elmanya Hambûrgê hat protestokirin. -
MŞD û ADHF ji bo meşa li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kirin
MŞD û ADHF, ji bo meşa 26'ê Kanûnê roja Şemiyê ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin. -
Êrîşên dewleta Tirk tên protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê li bajarên Essen, Mannheîm, Dortmûnd ên Elmanya û paytexta Fransa Parîsê hatin protestokirin. -
Demîrtaş tevlî merasîma vekirina Karsazên Kurd ên li Rûsya bû
Demîrtaş û heyeta pê re li Moskowayê tevlî merasîma vekirina Komeleya Karsazên Kurd ên li Rûsyayê bû. -
Çapemeniya Elman: Elmanya çekan dişîne, dewleta Tirk êrîşî Kurdan dike
Rojnameya Kolner Stadt-Anzeiger ya li Elmanya tê weşandin, bal kişand ser terora dewleta Tirk a li hemberî Kurdan. Rojnameyê diyar kir ku Elmanya çekan dişîne ji Tirkiyeyê re. -
Demîrtaş piştî hevdîtina bi Lavrov re ji ANF'ê re axivî
Demîrtaş: Em dixwazin daxwaza gelê Kurd a hebûna bi statuya xwe ya xwerêveberiyê re, ji aliyê tevahiya civaka cîhanê ve were dîtin. Em bi mûxatabên xwe re van parve dikin. -
Rojnamevan Polatsoy hat berdan
Rojnamevan nivîskar Serhat Polatsoy ê berî du mehan bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hat girtin, serbest hat berdan. -
Hevdîtina Demîrtaş-Lavrov bi dawî bû
Heyeta bi serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li paytexta Rûsya Moskowayê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtinek bi qasî saetekê pêk anî. -
Gazî xwe ji bo oxirkirina du şoreşgeran amade dike
Gelê Gazî xwe amade dike, ku jinên komunîst Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ên ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, oxir bike. -
Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
Li gelek taxên Edeneyê, di operasyonên hevdemî de gelek kes hatin binçavkirin. -
Parêzer wê qedexeya derketina derve bibin ber destê DDB
Parêzer wê ji bo rakirina qedexeya derketina derve serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) bidin û dûre li ber Meclîsê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. -
Hevdîtina delegasyona Kurd û Lavrov destpê kir
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş û heyeta pê re, li Moskowayê dest bi hevdîtinan kir. -
Terora dewletê li Edeneyê hat protestokirin
Polîsên Tirk ên bi guleyên rastî hewl dan berxwedanê bişikînin, dema bi ser neketin, neçar man xwe evkişînin. Li taxa Gulbahçe jî meşeke bi meşaleyan hat lidarxistin. -
Li balafirgeha Stenbolê teqîn
Li beşa apron a balafirgeh Sabîha Gokçen a Stenbolê saet di 02:00 de li aliyê pêş ê balafirekê, dema du karkeran paqijî dikirin, ji ber sedemeke nediyar teqînekê rû da. -
'Em ê Doza Liceyê ji cihê Tahîr serok hiştiye, bimeşînin'
Parêzerê Doza Liceyê Yûnûs Mûratakan ku di heman demê de mexdûrê wê ye, destnîşan kir ku ji bo pêşî li binpêkirinên mafên mirovan ên îro diqewimin were girtin, dozên bi vî rengî gelekî krîtîk û girîng in. -
Leşkerê Kurd ê li Ermenîstanê bi merasîmeke fermî hat veşartin
Di şerê navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de ku ji 10'ê Kanûnê û vir ve dijwar bûne de, leşkerê Kurdê Êzidî yê di nava artêşa Ermenîstanê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke fermî hat veşartin. -
Kevneşopiyeke dewletê: Komkujiyên meha Kanûnê
Dîroka dewleta Tirk a bi îdeolojiya fermî ya "yek dewlet, yek millet, yek ol" mîna dîroka komkujiyan tê dîtin. -
Heyeta di serokatiya Demîrtaş de gihişt Moskovayê
Heyeta ku ji Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek û Berpirsê Têkîliyên Derve yê HDP’ê Nazmî Gur pêk tê, hat paytexta Rûsya, Moskovayê. -
Polîsên Tirk zarokekî din jî qetil kir
Polîsên Tirk li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê zarokê 15 salî yê bi navê Davût Ozer qetil kir. -
Cenazeyên Erbay û Oter li Taxa Gazî ye
Cenazeyên Yelîz Erbay û Şîrîn Oter, şoreşgerên jin ên ku polîsên Tirk qetil kirin, li Taxa Gazî bi tilîlî û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. -
Der barê Hevserokan de lêpirsîn
Dozgerê Komarê yê Amedê der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevberdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu, Hevserokên KCD'ê Hatip Dicle û Selma Irmak de lêpirsîn da destpêkirin. -
Polîsên Tirk êrîşî meşa ji bo azadiya Ocalan kirin
Li Edeneyê bi boneya daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û protestokirina êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, meşek girseyî hat lidarxistin. Polîsên Tirk xwe ranegirt êrîşî meşê kir.