Operasyonên qirkirina siyasî didomin: Li Îdir û Aydinê 20 kes hatin binçavkirin

Hikûmeta AKP'ê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî didomîne. Di serdegirtinên li Îdir û Aydinê de 20 kes hatin binçavkirin.

Hikûmeta AKP'ê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî didomîne. Di serdegirtinên li Îdir û Aydinê de 20 kes hatin binçavkirin.

Li Îdirê, jendermeryan danê sibehê avêtin ser hin adresên li bajarokê Halfelî. Di serdegirtinên ku hînê lêgerîna li van malan dewam dikin de, heta niha welatiyên bi navê Agît Derînçya, Hasan Sefa, Kemal Yilmaz, Osman Argin, Osman Kisak, Şîrîn Dogrûyol, Aysel Çobaz, Hasan Çobaz, Abdûrrahman Çobaz, Alî Ogûr û Ahmet Yilmaz hatin binçavkirin. Leşkeran welatiyên binçav kirin birin Fermandariya Jendermeyan a Navendî ya Îdirê.

Li navçeya Aydin Nazîllî jî, duh rêxistina HDP'ê ya navçeyê ji bo şermezarkirina "qedexeya derketina derve" ya li Kurdistanê, daxuyaniyek dabû çapemeniyê.

Piştî daxuyaniyê, polîsan îro li hemberî HDP'yiyan operasyon pêk anîn û 9 kes kirin binçavan û ew birin Midûriyeta Şaxê TEM a Nazîllî.