Li pêşiya Konsolosxaneya Tirk a Kopenhagê çalakî

Terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê li Danîmarkayê hat protestokirin. Girseyê ji Stasyona Svanemølle ber bi Konsolosxaneya Tirk meşek li dar xist, peyam da ku roj roja xwedîderketina li Kurdistanê ye.

Terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê li welatên Ewropa tê protestokirin. Li paytexta Danîmarka Kopenhagê, girseyê heta Konsolosxaneya Tirk meş li dar xist, êrîşên dewleta Tirk lanet kir.

FEY-KURD, PYD, PJAK, YNK, GORRAN, KOMALA, FOKUS-A, OPSAK, Komaleya Jinên Kurd a Danîmarka, Yekîtiya Elewiyan a Danîmarka, DABF, Komaleya Çandê ya Nazim Hîkmet, Platforma Kurden Anatolya Navîn a Evropa, Koordînasyona HDK’ê ya Danîmarka Hizbî Şûî Kurdistan- i Danmark, endamên Komîteya Hûnermendên Kurd a Danîmarka tevlî çalakiyê bûn.

Di meşê de hat diyarkirin ku roj roja xwedîderketina li Kurdistanê ye.

Di meşê û mîtîngê de dirûşmên, “Terorîst Erdogan”, “Terorîst Tirkiye”, “Bijî Berxwedana Kurdistan” hatin berzkirin.

...