Prof. Farid Esack: Ya girîng ji bo kesên din rabûna ser piyan e

Yek ji ramangerê girîng ê Îslamê Prof. Dr. Farid Esack ê ji Başûrê Afrîkayê, beşdarî civîna Kongreya Îslama Demokratîk bû.

Ramangêrê ji Başûrê Afrîqayê Prof. Dr. Farid Esack di civîna Kongreya Îslama Demokratîk de axivî û bi gotinên "Xwedê ji mezhebên we, gelê tirk, dewleta tirk û misilmanan mezintir e. Hûn nikarin xwedê daxin asta mezheb û neteweya xwe. Hûn nikarin xwedê wekî sîxûrê xwe nîşan bidin" bang li Serokomar Tayyîp Erdogan kir. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî bi gotina "Ji bo agirê li Kurdistanê bibine dilopek av" bang li nûnerên baweriyan ên li salonê kir. 

2. Civîna Giştî ya Kongreya Îslama Demokratîk bi beşdariya nûnerên baweriyên cuda û nîqaşan berdewam dike. Di civînê de ji Ramangêrên Başûrê Afrîkayê Prof. Dr. Farid Esack e ku yek ji ramangêrê Teolojiya Rizgariya Îslamî ye axivî. 

Esack di axaftina xwe de bal kişand li ser yekîtî û piştevaniya çand û baweriyan. Esack destnîşan kir ku xwedê ti nijad cuda nexuliqandiye û li vir ya esasî umet e û wiha berdewam kir: "Hûn ji bo mirovahiyê hatin mezinkirin. Ev têkîldarî tirkbûna we ve nîne. Xwedê vê qebûl nake. Dîroka we baş dizane. Lê ya girîng ne dîrok e, îro me destê xwe ve daniye kû derê ya girîng ev e."

Esack ê nirxandina "divê em bi du tiştan bawer bin. Em ê vegerin xwedê û zanîna em ê hesab bidin" kir û wiha got: "Ya duyemîn jî me çawa têkîlî bi hev re daniye em ê hebasê vê yekê bidin."

YA GIRÎNG JI BO KESÊN DIN RABÛNA SER PIYAN E

Esack da xuyakirin ku dema ku mijara gotinê dibe mafên mirovan li wir tirk, kurd, reş, spî cuda nînin û wiha axivî: "Hûn hemû zarokên Adem in û Adem jî ji axê hatiye xuliqandin. Wê dem bê û xwedê ji me bipirse. 'Min rûmet da we, çima we destûr da mirov rûmeta we bin pê bikin. Çima we destûr da ku yên bi hêz bêhtir pere qezenc bikin û cihanê tine bikin' Wê vê pirsê ji me bike. Ji ber ku cihan pîroz e û ji bo mafê xwe rabûna ser piyan girîng e. Lê ji bo we tişta bêhtir girîng ew e ku ji bo mafê xwe rabin ser piyan. Lê ya herî herî girîng jî ji bo mafên kesên din rabûna li ser piyan e. Em dikarin bi vî rengî bi edelatê ve girêdayî bin."

'XWEDÊ NE SÎXURÊ DEWLETÊN WE YE'

Esack di berdewama axaftina xwe de jî bang li Serokomar Tayyîp Erdogan kir û wiha got: "Eger bi bankayan ve bi mirovên ku dieciqîne ve Tirkiyeyekî bi hêz dixwaze ez Tirkiyeyeke wisa naxwazin. Ez naxwazim bi vî rengî ji mirovan re bibe mînak." Esack wiha pêde çû: "Jibilî cihanê mala mirovahiyê nebû. Ji ber vê yekê jî parastina cihanê berpirsyariya me ye. Ji ber vê divê hikûmet dengên mirovan guhdar bikin. Pirsgirêkên li cihanê ji Erdogan û partiya wî mezintir in. Ji ber vê yekê jî divê em li dijî mêtingerî û emperyalîzmê piştevaniyê xurtir bikin. Em ê bi mirovên ku bi me re heman baweriyê parve nakin, nas bikin. Lê heke piştevaniyê bidin em ê bi awayeke rast azad bibin. Xwedê ji mezhebên we, gelê tirk, dewleta tirk û misilmanan mezintir e. Hûn nikarin xwedê daxin asta mezheb û neteweya xwe. Hûn nikarin xwedê wekî sîxûrê xwe nîşan bidin. Ev berpirsyariya we ya li hemberî zarokên we ye."

‘DIVÊ TÊKOŞÎNEKE UMMETÊ YA NÛ BÊ DESTPÊKIRIN’

Esack di axaftina xwe de ji jiyana pêxamberan jî mînak da û wih got: “Ti pêxamberek ku hat vê dinê pirsa em ê çawa bi hêz bibin nepirsîn. Ji bo jiyanek baştir ez dikarim çi bikim, hevkariya di navbera mirovan de dikarim çawa bi hêztir bikim pirsîn û ji bo civakek adîlane biafirînin xebitîn.”

MIFTEYA AŞTIYA CIVAKÎ, TIFAQA CIVAKÊ YE

Piştî Esack Hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak axivî û li ser girîngiya îtîfaqa civakê rawestiya û wiha got: “Mifteya aştiya civakê di îtifaqa civakê de ye. Civak bi sedsalan in di nava kaosê de ye. Îro her tişt di bin siya kapîtalîzmê de ye. Modernîteya kapîtalîst îro her tişt kiriye bireser. Her wiha manevyat û ruh ême jî kiriye bireser.”

Irmak gotina helbestvanê kurd, dîroknas û niviskar Cegerxwîn ya "Eger hûn nebin yek, Hûnê herin yek bi yek' bi bîr xist û balê kişand ser piştevaniya bi hev re û wiha dom kir: “Li Silopiyayê duh jî du zarok hatin qetilkirin. Kurdistan di bin dagirkeriya tîmên taybet de ye. 10 hezar leşker li navçeyên Cizir û Silopiyayê ne. Gelê kurd ji bo jiyanek demokratîk têdikoşin. Kurd ne tenê ji bo xwe ji bo gelên Tirkiyeyê jî têdikoşe. Dixwazin jiyanek hevpar ava bikin. Wê gelê kurd her tim li ber xwe bide.”

Irmak da zanîn ku du rê hene û wiha bi lêv kir: “Zilm çiqas berdewam bike wê berxwedan jî ewqas berdewam bike. Em ê wekî duh îro jî li ber xwe bidin.”

EM DIXWAZIN JI VÎ AGIRÎ RE BIBIN AV

Irmak ev bang li bawermendên li salonê bûn kir: “Xwîn bi xwînê nayê şuştin. Em dixwazin ji vî agirî re bibin av. Bila her kes bibe dilopek av û vî agirî vemirîne.”

Bernameya civînê bi axaftinên ji nûnerên cûda ku ji Kurdistan û welatên cûda hitine berdewam kir.