Li Edene û Mersînê gel li ber xwe da, polîs vekişiya

Bi arrmanca şermezarkirina komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, gel li Edene û Mersînê daket kolanan. Polîsan li van deran êrîşî gel kirin û di encama berxwedana gel de polîs neçar man xwe vekişînin.

Bi arrmanca şermezarkirina komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, gel li Edene û Mersînê daket kolanan. Polîsan li van deran êrîşî gel kirin. Hat ragihandin ku di êrîşan de gelek kes birîndar bûne û hatine binçavkirin. Di encama berxwedana gel de polîs neçar man xwe vekişînin.

POLÎS NIKARÎBÛN JI BENDÊN CIWANAN DERBAS BIBIN

Li taxên Daglioglû, Barbaros û Şakîrpaşa yên navçeya Edene Seyhanê, gel li dijî terora AKP'ê ya li Kurdistanê daket kolanan. Ji ber êrîşa polîsan, ciwanan li van deran dest bi xweparastinê kirin. Ciwanan heta nîvê şevê li ber bendan li ber xwe dan. Polîsên Tirk ên nikarîbûn bikevin nava taxê, bombeyên gazê û guleyên rastî li taxê reşandin. Li taxên Akkapi, Barbaros û Meydan ên navçeya Seyhanê, 8 wesayît ji aliyê kesên nasname nediyar ve hatin şewitandin.

POLÎSAN GULEYÊN RASTÎ BI KAR ANÎN

Li taxa Anadolû ya navçeya Yuregîrê, komek ji ciwanan duh êvarê li kolana Çûkûrovayê civiyan û komkujî protesto kirin. Lê belê ji ber êrîşa polîsan şer derket û heta nîvê şevê dewam kir. Di êrîşa polîsan de ku guleyên rastî jî hatin bikaranîn de, kapsuleke gazê li serê Mahmût Îbrahîm ê ji Helebê hatiye, ket û bavê 4 zarokan Îbrahîm ê hestiyê serê wî şikest, rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Niûmet ya Tokî. Hat ragihandin ku xwîn rijiya ye ser mejiyê wî û hînê xeterî li ser jiyana wî heye.

LI CEYHANÊ JÎ BERXWEDAN HEBÛ

Li navçeya Ceyhanê jî, girseya gel a bi meşekê terora dewletê ya li Kurdistanê şermezar kir, rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê, ava şid û fîşekên rastî hat. Gel li hemberî êrîşan heta derengiya şevê li ber xwe da. Ciwanên ku li gelek taxan bend danîne, berxwedana xwe didomînin. Rewşa aloz a li navçeyê dewam dike.

MERSÎN

Li taxên Yenî Pazar, Yenî, Hal, Guneş, Şevket Sumer, Çay û Çîlek ên navçeya Mersîn Akdenîzê, bi hezaran kes daketin kolanan û êrîşên li Kurdistanê yên li hemberî gelê Kurd şermezar kirin. Polîsan li vê derê jî êrîşî gel kirin û di encama berxwedana gel a li ber bendan de, êrîşên polîsan hatin şikandin. Polîsên ku li berxwedaneke xurt a gel rast hatin, danê sibehê ji neçarî xwe ji taxan vekişandin.

GEL NEHIŞT POLÎS BIKEVE NAVA TAXÊ

Li taxên Demîrtaş, Mevlana û Kûrdalî yên navçeya Toroslarê, gel heta danê sibehê li ber bendan nobed girt. Gel nehişt polîs bikevin nava taxên wan. Li hemberî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û TOMA'an, ciwanan bi molotofkokteyl û keviran bersiv dan. Polîsan ji ber berxwedana gel neçar man xwe vekişînin.

1 JÊ GIRAN 8 KES BIRÎNDAR BÛN

Li taxên Şahîn, Fahrettîn Paşa, Barbaros, Gazî Paşa û Gîrne yên navçeya Tarsûsê, gelê ku ji bo şermezarkirina terora dewletê daket kolanan, rastî êrîşa polîsan hat. Di êrîşa ku polîsên Tirk guleyên rastî bi kar anîn de 1 jê giran 8 kes birîndar bûn. Li taxa Fahrettîn Paşa êrîşa polîsan û berxwedana gel dewam dike.