Li Mêrsîn û Edeneyê çalakiyên ji Ocalan re azadî

Li Mêrsîn û Edeneyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin.

Li Mêrsîn û Edeneyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin. Li 

Mêrsînê meşa ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikir û pêkanînên rêveberiya awarte ya li ser Kurdistanê tevî êrîşên polîsan jî nehate astengkirin. Bi berxwedana gel, polîs vekişiyan û bûyer bi dawî bûn. Her wiha yek jê jin, 2 kes bi derbkirinê hatin binçavkirin. Li Edeneyê jî girseyê ji bo Ocalan dirûşm berz kir, ji ber dirûşman rastî tehdîda polîsan a “Dirûşmên derveyî qanûnan ber nekin. Kesin ku bibêjin wê der heqê wan de karûbarên qanûnê bên destpêkirin.”