Li Parîsê êrîşên dewleta Tirk hat protestokirin

Li Parîsê Kurdistanî, ji bo li hember qetîlamên faşîzma AKP’ê ya li ser Kurdistanê, ji qada Bastille heta qada Repûblique bi dirûşmên “ TC Ji Kurdistanê Derkeve” û “ Kurdistan Berxwedan E” ve meşiyan.

Li Parîsê Kurdistanî, ji bo li hember qetîlamên faşîzma AKP’ê ya li ser Kurdistanê, ji qada Bastille heta qada Repûblique bi dirûşmên “ TC Ji Kurdistanê Derkeve” û “ Kurdistan Berxwedan E” ve meşiyan. Kurdistaniyên bi banga Tevgera Jinan a Kurd û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa hatin cem hev, bang li hikûmeta Fransa ki ku alîkariya xwe ya AKP’ê bide rawestandin. 

Girse li qada Bastîlleyê saet 13:00’an kom bû, ji vir bi pankarta “ Li Kurdistanê qetlîam heye, bêdengiya xwe bişkîne” dest bi meşê kir. Girseyê bi alên PKK, YPJ-YPG, KCK û li aliyê din dowîzên ku balê dikişîne ser qetîamên li ser Kurdistanê hilgirtin û bi dirûşmên “ Kurdistan Berxwedan E” ve meşiyan. Di tevahiya rê de bi sirûdên Kurdistanê ve dengê xwe bilind kirin. Saziyên hevbirên CDK-F, Tevgera Jin a Kurd, ACTÎT, AVEG-Kom, Partîzan, Alinterî, Proleteryayên Şoreşger, Bîr-Kar, Odak û gelek rêxistinên Şoreşger ên Tirkiyeyî û li aliyê din jî Komela Lihevhatina Kurdistanê ya Fransa, NPA, Anarşîst û Endamên Partiya Komînîst a Fransayî beşdarî çalakiyê bûn.

Di meşa ji qada Bastille heta qada Republique de çalakiya rûniştinê pêk hat û sirûd hatin gotin. Girseya ku bi dirûşmên “ AKP Ji Kurdistanê Derkeve” , “ Dewleta Qatîl Wê Hesab Bide” û “ Kurdistan Berxwedan E” li qada Republique kom bû, li vir deqeyekê rêz girtin. Piştî rêzgirtinê Seroka CDK-F Cemîle Renklîçay, Parlamentera HDP’ê ya Mersînê Çîlem Oz, li ser navê FEDA Riza Yagmûr û nûnerên ATTÎK ê axivîn 

Di axaftinên de, hat diyar kirin ku divê Kurdistaniyên li Ewropa dijîn rabin ser piyan, daxwaz hat kirin ku hikûmeta Fransa û çapemiya wê li hember pêkanînên hovane yên li ser Kurdistanê bê deng nemîne.

Di tevahiya çalakiyê de tedbîrên ewlekariya zêde ya polîsên Fransî bal kişand.

...