Xizmên windayan li 4 bajaran bang kirin
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakî lidar xistin û aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin, pirsîn.
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakî lidar xistin û aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin, pirsîn.
Xizmên windayan li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê di çarçoveya hefteya windayan de, car din nîşan dan ku kesên di bin çavan de hatine windakirin nehatine jibîrkirin û li dijî çanda bêcezahiştinê banga edaleta civakî kirin.
Malbatan diyar kirin ku ew bi salan heman pirsê dipirsin û gotin, “Xizmên me li kuderê ne?”
Di çalakiya li Amedê de Dayê Berfo hate bîranîn, di çalakiya li Êlihê de aqûbeta Mehmet Gurdal ê ku di sala 1993’yan de hate windakirin hate pirsîn, di çalakiya li Colemêrgê de Fehmî Tosûn hate bîranîn û di çalakiya li Îzmîrê de jî lêgerîna edaletê wê bidome.