Serhildana Gel a bi rastî - Selahattîn Erdem
Dibêjin, ji kêştiya noqî avê dibe, pêşî mişk direvin. Di kêştiya dagirkeran de jî pêşî mamoste direvin. Rejîma kolonyalîst, berî komkujiyan bide destpê kirin, mamosteyên rejîmê paş de kişandin.
Dibêjin, ji kêştiya noqî avê dibe, pêşî mişk direvin. Di kêştiya dagirkeran de jî pêşî mamoste direvin. Rejîma kolonyalîst, berî komkujiyan bide destpê kirin, mamosteyên rejîmê paş de kişandin.
Dibêjin, ji kêştiya noqî avê dibe, pêşî mişk direvin. Di kêştiya dagirkeran de jî pêşî mamoste direvin. Rejîma kolonyalîst, berî komkujiyan bide destpê kirin, mamosteyên rejîmê paş de kişandin. Dîmenê mamosteyên ku di nava tirseke mezin de, baholên xwe dagirtin, ji Silopiya, Cizîr û Nisêbînê hatin xuya kirin, wek revên kolonyalîstên sedsala bîstan bû. Dîmenê reva mamosteyan di rastiyê de, da xuyakirin ku dewlet ne xwedî cih e û biyaniyê Kurdistanê ye.
Berî êrîşa çeteyên dewletê, kontra, polîs, leşker û çeteyên bi rûpêş yên taybet, ku li bajarên Kurdistanê dest bi operasyonên qirkirinê bikin, reva mamosteyan ji bajarên Kurdistanê gelekî manîdar e. Xuya dike ku mamosteyan, cihê xwe ji çeteyên kujer re hiştin. Gelekî manîdar û balkêş e ev. Ev tê wateya ku mamoste, karê çete û kontrayên kujer, li Kurdistanê dikin û heman rolê dilîzin. Mamoste û dibistanên ku dibêjin, dersê didine zarokên Kurdan di rastriyê de qişleyên leşkerî ne. Dema hêzên ku komkujiyên fizîkî dikin hatin, hêzên ku qirkirina kulturî dikin paşdikevin. Ji ber ku tiştekî ku ew bikin nemaye.
Tevgera Azadiya Kurd, ji destpêkê ve, dibistanên li Kurdistanê weke "Ocaxên qirkirina spî" bi nav dike. Hinek kes û derdorên reformîst û netewparêz, bi awayekî ne rast, şaş û demogojîk derdixine pêş û dibêjin şaş e. Niha, di dema ku qirkirina fizîkî dane dest pê kirin û ocaxên qirkirina spî hatin rawestandin, dîtina Tevgera Azadiya Kurd rast derdixe. Perwerdehiya li Kurdistanê, asimilayson e û zihniyeta qirkirinê ye. Ev rastî nayê inkar kirin.
Ev kes û derdor, terk kirina mamosteyan ji bajarên kurdistanê metirsî û ziyan dibînin. Xuya dike ku desthilatdariya AKP'ê û wezareta karên perwerdehiyê jî ketiye nava tirsê. Ji ber ku ji dîmenên li holê rewş derketiye holê, du rastiyan eşkere dike. Yekemîn, dewleta Tirk li kurdistanê biyanî ye û hêza kolonyalîst e. Duyemîn jî, sistema kolonyalîst parçe dibe û dest bi têkçûnê kiriye. Binêrin, hêza ku qirkirina spî dikir, bi lezeke metirsî Kurdistan terk kirin. Ev dide xuya kirin ku li pey wan, wê hêzên din ê qirkirin û kolonyalîst ji Kurdistanê birevin û Kurdistan jî wê rizgar bibe.
Niha em hatine vê qonaxê. Ji ber vê yekê ye ku, hêza ku li Kurdistanê qirkirinan dike desthilatdariya AKP'ê, bi hêrs û ruhê tolhildanê êrîşî gelê Kurd dike. Dixwazin ji berdêla qirkirina spî, bi qirkirina fizîkî gelê kurd bitirsînin û temenê desthilatdariya xwe dirêj bikin. 1'ê M,jdarê, bi darbeyek faşîst a sivîl desthilatdarî xesp kirin. Wek Kenan Evren û Tansu Çiller, her dem gotina "emê tine bikin" bi kar tîne.
Tansu Çîller jî di sala 1994'an de bi slogana "ya wê temam bibin, yan wê temam bibin" dest bi kar kir. Niha kesê li ser kursiyê serokwezîrtiyê rûniştiya Ahmet Davûtoglû jî her dem behsa "paqijiyê" dike û wê Kurdistanê ji gelê Kurd paqij bike. Serokkomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan jî her dem dibêje "ew ê werin tinekirin" û "ew ê di xendekên kolane de werin veşartin" bikar tîne. Ji bo ku vê bikin jî, tevahiya derfetên Tirkiyê seferber kirine û şerekî giştî yê hovane dane dest pê kirin.
Êrîşa AKP'ê ya 2011 û 2012'an jî hovane bû. Di şerê giştî û taybet de, amur û alavên li dijî gerîla bikar anîn, herî giran û herî pêşketî bûn. Îro jî, bi heman amur û alavan bi heman rêbazan êrîşî bajaran û gel dikin. Di êrîşên li dijî taxan de, top, tank û helikopteran bikar tînin. Malên gel û cihên îbadetê, di nava bê exlakiyek mezin de xera dikin. Her roj, pênç, deh mirovan dikujin û birîndar dikin. Pêla girtin û koçberkirinê di asta herî jor de didine meşandin. Êdî AKP bûye MHP'ê û di dîroka Bakurê Kurdistanê de êrîşên herî hovane dike û qirkirinên bê axlakî pêktîne.
Xuya dike ku kolonîkirin û dagirkirina li Kurdistanê dema xwe ya dawî dijî. Qikirina hovane û êrîşên hovane yên AKP'ê jî vê yekê didine xuya kirin. Di bin pêşengiya PKK'ê de, gelê Kurd, çil sal in têkoşînê dike û di encamê de sîstema înkar û kujer a kolonyalîst parçe kir û gihande radeya ku bireve. Di şerê sêyemîn ê Cîhanê de ku li Rojhilayta Navîn dewam dike de, lêgerînên ji nû de dîzayn kirin û avakirin de, parçebûnek dijwar derxiste holê û ev parçebûn her diçe kûr dibe. Desthilatdariya AKP û dewleta tirk, gihane dawiya rê. Êrîşkeriya bê perwa ya Tayyîp Erdogan û Ahmet Davûtoglû, hêrsa li hemberî vê rastiyê ye.
Çavkaniya berxwedana gelê Kurd a cengawerî ku her roj destanan dinivîsî ji vir tê. Êdî azadî û serketinê dibîne û bi cengawerî, fedekarî û dilsoziyek mezin berxwedanê dike. Di bin êrîşa tank û topan de, di bin dengê çekên giran ku ranawestin de, li Silopiya, Cizîrê, Nisêbîn û Surê bi coşeke mezin û hêviyek mezin a pêşerojên azad têkoşînê dikin. Ev têkoşîna canfedayî di ekranên televizyonan de xuya dikin. Gel li hemberî qedexeyên derketina kolanan, li kolanan rûdine û sloganan diqîre. Zarokên kurd, ji temenê xwe mezintir karan dikin û serketina wan jî reşka çavên wan de wek stêrikan çirîskan vedidin.
Berxwedana gel, li hemberî faşîzma AKP'ê, bûye berxwedana rasteqîn a gel. Êdî li Kurdistanê her kes, bawer dike ku hevdîtina li Îmralî dihatin meşandin, ji aliyê Tayyip Erdogan ve hate bi dawî kirin. Êdî derewên AKP'ê nema dikarin kesî bixapînin. Di 24'ê Tîrmehê de, dema ku desthilatdariya AKP êrîşên kujerî dane destpêkirin, gumanên hinek aliyan hebûn. Ev guman jî, ji ber hilbijartinên 7'ê Hezîranê bû û texmîn dikirin ku ew ê pêvajoya çareseriyê bidin destpê kirin. Ji ber ku, girêdan û dilsoziya gelan bi pêvajoya çareseriyê re hebû.
Piştre gelê Kurd jî, hêzên demokrtaîk jî dîtin ku, ji bo gihiştina aştî û demokrasî, pêwîstî bi têkoşîna li dijî faşîzma AKP'ê heye. Divê demildest faşîzma AKP'ê têk biçe. Ji ber ku binbarî û berpirsyariya temam kirina perçiqandin û qirkirina gelê Kurd dabûne AKP'ê. Mana li ser desthilatdariyê jî ji bo vî karî bû. AKP'ê jî, bi vê binbarî û berpirsyariyê êrîşan dike û bi hêrseke tolhildanî gelê Kurd qirdike.
Ji xwe di sicîla AKP'ê de gelek komkujiyên wiha hene. Hemberî ku, di ser komkujiya Roboskê re 4 sal derbas bû jî, her kes weke ku îro bûye komkujiya rûreş ya Roboskê bibîrtîne. Kesên ku berî niha komkujiyên weke Roboskê kirin, îro dikarin her tiştî bikin. Ev têgihiştin û fêmkirin her kesî li eniya têkoşîna li dijî faşîzma AKPê de kom dike. Di 18'ê Kanunê de, hevserokên HDP, HDK, KCD DBP, li Amedê civîneke hevbeş lidarxistin û bang li gel kirin ku li berxwedanê xwedî derkevin û li dijî faşîzma AKPê di eniya têkoşînê de cih bigirin.
Bêguman ev bang gelekî girîng e. Bi qasî başkirina morala gelê Kurd, di qada hundir û derve de, xwedî derketina bi hêz a li berxwedana Kurdistanê derxiste holê. Vê jî, girîngî û wateya dîrokî ya têkoşîna gelê Kurd anî ziman û da fêmkirin. Bi vî rengî li hemberî êrîşa faşîzan a 24'ê Tîrmehê, berxwedana gel a di 1'ê Mijdarê de bi hêz kir û watedar kir.
Hinek kes û derdor, bi israr berxwedana gel bi xendek, bendan û dixwazin bi şerê gerîla ve girê bidin. Divê werê zanîn ku ew kes û derdorên bi vî rengî nêzîkî berxwedana gel dibin û rexneyan dikin, ew kes û derdorên ku qirkirina kulturî, ya fizîkî li Kurdistanê nabînin û naxwazin bibînin e. Bi vî rengî qirkirina faşîzma AKP'ê ya li ser gelê Kurd meşrû dikin û gelên li Tirkiyê û raya giştî ya cîhanê jî dixapînin.
Kî çi dibêje bila bêje, li ser bingeha daxwaza rêveberiya xweser a demokratîk, berxwedana gel berfireh bûye. Bi tevlîbûna her eniya civakê jî, berxwedan gel di qonaxa rasteqîn de dewam dike.Çi dibe bila bibe, gelê Kurd ji bo azadiyê amade ye ku her berdêlan bide û bigehî encamê.
Îro li Silopiya, Cizîrê, Nisêbîn, Kerboran û Surê, gelê me bi cengaweriyek dîrokî berxwedanê dike û gav bi gav gelê me ber bi azadiyê dibe. Ev berxwedanê gel, wê Kurdistanê azad bike û Tirkiyê jî ber bi şoreşa demokratîk bibe. Di vê çarçovê de, ji Roboskê heta Sur û Nisêbînê, em komkujiyên AKP'ê lenet dikin û gelê ku li dijî hêzên hov û kujer şerê azadî û demokrasî dimeşînin, silav dikin, şehîdên aştî û demokrasî jî bi dilsozî yad dikin.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA