Serokê Fermandariya Giştî Akar û fermandarên hêzan li Şirnexê ne

Serokê Fermandariya Giştî ya Tirk Hûlûsî Akar, tevî fermandarên hêzên artêşa Tirk hatin Şirnexê.

Hêzên Çekdar ên Tirk, bi 3 korgeneral, 3 tumgeneral, 8 tuggeneral, 26 serheng û 10 hezar leşkeran tevlî şerê ku hikûmeta AKP'ê li hemberî Kurdan îlan kiriye, dibe. Serokê Fermandariya Giştî yê Artêşa Tirk Hûlûsî Akar, tevî fermandarên hêzên artêşê hat Şirnexê.

Akar, tevî Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Salîh Zekî Çolak, Fermandarê Hêzên Deryayî Oramîral Bulent Bostanoglu, Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneral Abîdîn Unal û Fermandarê Giştî ya Jenderme Orgeneral Galîp Mendî, bi helîkopterê hate Fermandariya Tumen a Sînor a 23'emîn. 

Akar ê ji aliyê Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Sû ve hat pêşwazîkirin, li ser rewşa awarte brîfîn ji rayedarên leşkerî wergirt.

Di dema ziyareta Akar a li yekîneyên artêşê de, Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk daxuyaniyek weşand û diyar kir ku li hemberî herêmên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistanê êrîşên hewayî hatine kirin.