Li Champîgnyê panela li ser mijara "Ocalan û pirsgirêka Kurd"

Li banliyoya Champîgny a Parîsê, li ser mijara "Ocalan û pirsgirêka Kurd" panelek hat lidarxistin. Di panelê de li dokûmantera derhêner Lûîs Mîranda ya "Ocalan û pirsgirêka Kurd" hat temaşekirin.

Li banliyoya Champîgny a Parîsê, li ser mijara "Ocalan û pirsgirêka Kurd" panelek hat lidarxistin. Di panelê de li dokûmantera derhêner Lûîs Mîranda ya "Ocalan û pirsgirêka Kurd" hat temaşekirin.

Panela li banliyoya Champîgny a Parîsê bi beşdariya 100 kesî pêk hat. Di panelê de li dokûmantera bi navê "Ocalan û pirsgirêka Kurd" a ji aliyê derhêner Lûîs Mîranda ve hat amadekirin, hat temaşekirin. Dûre li ser dema bihurî û rewşa îro ya pirsgirêka Kurd û der barê rola Ocalan de agahî hat dayîn. Piştî agahdarkirinê bersiv ji pirsên beşdaran re hat dayîn. Derhêner Lûîs Mîranda, nûnerê Komunîstên Ciwan ên Fransayê Gaûtîer Lahore û endama Tevgera Jinên Kurd Bêrîvan Akyol weke qiseker beşdarî panelê bûn.

Qisekeran dan xuyakirin ku ragirtina navê PKK'ê di lîsteya 'rêxistinên terorîst' de şaşîtî ye û destnîşan kirin, ku nabe pirsgirêka Kurd bibe qurbanê berjewendiyên hêzên mêtînger.

Hat ragihandin ku modela kantonên xweseriya demokratîk ên li Rojavayê Kurdistanê hatine îlankirin, di çarçoveya tespîtên îdeolojîk ên Ocalan hatiye avakirin û tê birêvebirin.

Hat destnîşankirin, ku ev şêweyê rêveberiyê ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, li tevahiya cîhanê modeleke û hat gotin ku divê welatên mîna Fransayê yên netewe dewlet lê serdest e, ji vê modelê dersan derxînin.

...