Plana gemarî ya Enqereyê ya li ser Mûsilê têk çû

Di daxuyaniyê de 'Krîza Mûsilê' ya bi Bexdayê re rû da, weke 'pirsgirêka ragihandinê' hat nirxandin û hat gotin li dijî DAIŞ'ê ew amade ne 'bi hev re' bixebitin.

Wezareta Karên Derve ya Tirk bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku leşkerên sewqî herêma Başîka ya Mûsilê hatine kirin, ew ê bên vekişandin.

Di daxuyaniyê de 'Krîza Mûsilê' ya bi Bexdayê re rû da, weke 'pirsgirêka ragihandinê' hat nirxandin û hat gotin li dijî DAIŞ'ê ew amade ne 'bi hev re' bixebitin.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, di serdana 11'ê Kanûnê ya li Bosna Herkesê de, li ser hebûna leşkerên Tirk a li Mûsilê gotibû, "Li ser daxwazê em çûn, em venakişin."

Lê belê piştî axaftina bi rêya telefonê ya navbera Erdogan û Serokê DYA Obama de, Tirkiye neçar ma ji ya xwe vegere. Çend roj piştî gotina 'em venakişin' a Erdogan, Wezareta Karên Derve ya Tirkiykeyê diyar kir ku leşker wê ji kampa Başîka werin vekişandin.

Beşek ji leşkerên sewqî Başîka hatibûn kirin, di 14-15'ê Kanûnê de vekişiyabûn hin baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê.

Ji ber ku PDK'ê destek dabû plana Tirkiyeyê ya li ser Mûsilê, gelê Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî PDK'ê dabû.