Li Grazê tecrîd û terora dewletê hat protestokirin

Li bajarê Graz ê Avûstûrya ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û balkişandina ser polîtîkayên qirkirinê yên dewleta AKP’ê yên li ser Kurdistanê meşa protestokirinê hat lidarxistin.

Meşa ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat organîzekirin, ji Grîesplatzê heta Esperantoplatzê berdewam kir.
Di meşê de wêneyên kesên ku di terora dewleta Tirk de hatine qetilkirin hatin rakirin, dowîz hatin rakirin. Belavok hatin belavkirin.

Di axaftinên meşê de bal kişandin ser terora dewleta Tirk.

Di axaftinan de bal kişandin ser tecrîda li ser garantorê aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengmaniya li ber qetlîamên li ser gelê Kurd. Hate destnîşankirin ku eger pêvajo wiha berdewam bike wê çalakî jî bidomin.

Partiyên çep ên Avûstûrya û rêxistinên civaka sivîl ên tevlî çalakiyê bûn jî peyamên piştevaniya gelê Kurd dan.

...